Zoqeyd

Gundekî Misirca Sêrtê
(Ji Zoqeyf hat beralîkirin)

Zoqeyd (1928:  زوقید [1] (Zoqeyd), 1946: Zokayit[2], bi tirkî: Kayabağlar) gundekî ku bi Misirc a Sêrtê ve girêdayî ye. Li Bakurê Kurdistanê, li Deşta Xerzan dimîne.

Zoqeyd
  • Town municipality of Turkey Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
37°59′10″Bk 41°40′03″Rh / 37.9861°Bk 41.6675°Rh / 37.9861; 41.6675
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
Saet
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Li Bakurê Kurdistanê çend gund hene ku bi xwendin û zanînê hatine naskirin. Zoqeyd jî yek ji wan gundan e. Li vî gundî şaredarî jî heye û li dora 500î malbatên kurd lê rûdinin.

Li vi gundî, hetanî dawiya salên 1960î jî, sê medrese hebûne. Yek ji wan bi navê Medreseya Mezin dihate binavkirin. Şêx Mehmûdê kurê Şêx Evdilqehar, zanayekî mezin bûye. Şêx Cuneyd û Şêx Fudeyl herdu kurên Şêx Mehmûd bûne û ji bilî Rêçika Nexşebendî, ew di zanîn û têgihandinê de zanayên yekane bûne. Her yekê li medreseyekê ders dida feqeyan, bi sedan û bi hezaran cuwanên kurd bawername ji destên wan wergirtine.[çavkanî hewce ye]

Li herêmê piraniya zanayên olî yên ji 1930 heya 1970yî, li virê xwendine. Ji xwendina Medresê zêdetir, bi sedan ciwanên vî gundî zanîngehên cuda cuda xwendine û di bûrokrasiya Tirkiyê de cihne bala wergirtine. Piraniya axa gund kevirê spî ye û tahtok e. Ji ber hindê fabrîqeya çîmento jî li nêzê gund hatiye çêkirin. Li deverên kevir û tahtok  rez, darên behîv, hirmê û wekî din pir hene. Li deverên dî jî dexl pir tê çandin. Kêmasiya avê pir lê heye. Barigehek leşkerên Tirkiyê li wirê hatiye bicihkirin. Ajalên wek pez, dewarên stûr lê têne xwedîkirin. Avahiyên xwendinê çend dibistan, xwendegeha navîn û dibistana amadeyî (lîse) lê hene. Piraniya xaniyên gundiyan bi kevirên req hatine çêkirin, lê gelek xaniyên ji hesin û çîmento jî lê têne dîtin. Nişteciyên gund bi ti eşîreke kurd ve girêdayî nîne.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Son Teşkilat-ı Mülkiyede Köylerimizin Adları. İstanbul: Hilal Matbaası, T. C. Dahiliye Vekaleti Nüfus Müdiriyet-i Umumiyesi Neşriyatından. 1928.
  2. ^ Türkiye'de Meskûn Yerler Kılavuzu I-II. Başbakanlık Devlet Matbaası, Ankara, 1946.