Hepatît A (Hepatitis A) an bi kurdî Zerika Zer yek ji nexweşiyên mîkrobîk û bisaw e.

Vîrusên vê nexweşiyê di 15-50 rojî de kurtbûnê diqedînin û dest bi ziyanê dikin. Nexweşî dikare bi mangan (mehan) bidome. Ti carî nabe kronîk û serî de li zarokan û kesên derziya parastinê nekirine peyda dibe. Li welatên ku sazûmaniyeke birêkûpêk a tenduristiyê nîne zêdê ye. Pirranî li Asya, Tirkiye, Rûsya, Îndonezya. Efrîqa, Latîn Amerîka hwd peyda dibe. Li Ewropayê nîne. Mixabin li Kurdistanê hêj gelek e.

Hin sîmptomên Zerika Zer biguhêre

  • Piştî nêzîkî 28 rojên bisawêketinê madelihevketin,
  • Verêş,
  • Serêş
  • Zêdetîna laş
  • Îshel
  • Rengê zer ê mîzê
  • Rengê vekirî yê destava mezin

Wekî cureyên din yên Zerikê bixetere nîne.

Di bijîşkiya gelêrî ya Kurdî de terapî biguhêre

Li Kurdistanê di bijîşkiya gelêrî de terapiya wê biserkeftin tê kirin. Di bijîşkiya gelêrî ya kurdî de cihê sîstema parastinê bingeh û mezin e. Hepatît A bi şokekirina îmmûnsîstemê tê terapî kirin. Bo mînak ji çermên nexweş ên nerm (guh, serê poz hwd) hindik xwîn tê derkirin. Bi êşeke piçûk û ji gelek kanan tê xwastîn ku îmmûnsîstem şoke bibe, têkeve alarmê. Bi saxbûna wan birînên piçûk, bêî derman Hepatît A saxdibe.

Terapiya bijîşkiya nûjen biguhêre

Herî kêm sê car derziya parastinê ya dijî Hepatît A´yê ye tê kirin. Bingehê terapiyê ev e. Dîsa hîjyen gelek girîng e.