Zekî Ozmen sosyalpedagogekî kurd e û li Almanyayê dijî. Wî beşa pedagogiya sosyal li Zanîngeha Frankfurtê xwend û pisporê entegrasyonê ye. Pirtûka wî ya bi navê Kurdên Almanyayê di sala 2010´an de ji Weşanxaneya Ronahî ku navenda wê li Amedê ye derket. Naveroka vê pirtûka wî li ser dîrok, civak, jiyana rojane, siyaset û hunera kurdên li Almanyayê dijîn e.

Ozmen berî destpêkirina xwendina li zanîngehê, bi nûçegihaniya Ajansa Nûçeyan Mezopotamyayê dest bi xebata xwe ya rojnamevantiya nivîsbarî jî kiriye. Wî her wiha ji sala 2001´an heya 2005´an edîtorî û moderatoriya bernameyeke perîyodîk ya radyoyeke herêmî ya bi navê Radio Unerhört Marburgê kir. Zekî Ozmen xwedî û birêvebirê malpera Celadet.com e. Ji bilî nûçegihaniya wî ya ji bo rojnameyan, ji sala 2006´an ve bi awayekî perîyodîk di malpera bi navê Diyarname.com de nivîsên wî di quncika malperê ya bi navê "Qad" de têne weşandin. Her wiha gelek nivîsên wî di rojname û kovarên cur bi cur de hatine weşandin. Dîsa di warê rojnamegeriyê de nûçeya Ozmen a bi sernivîsa ""Bi hezaran bûk û zavayên kurd fêrî almanî dibin" ku di rojnameya Rûdaw de derketibû, xelata Taybet a Jûriya Nûçeyên Kurdî a Xelatên Şehîdên Çapameniyê û Musa Anter 2010 wergrit.

Berhem biguhêre

  • Kurdên Almanyayê, Weşanên Ronahî, 2010

Girêdanên derve biguhêre

Çavkanî biguhêre