Zehra Doğan

Rojnamevan û wênesazan kurd

Zehra Doğan, (jdb. 1989 li Rezik, Amed, Bakurê Kurdistanê) rojnamevan û wênesazê kurd e ku bi wêneyên ku di dema hilweşandina navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di sala 2016an de ku ji aliyê hêzên dewleta tirk ve pêk hatiye, xêz dike hatiye naskirin.

Zehra Doğan
Zehra Dogan (2016)
Navê rastî
Zehra Doğan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn1989
EsilKurd
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
PerwerdeZanîngeha Dîcleyê, Zanîngeha Mûnzûrê
PîşeRojnamevan
Xelat
  • Metin Göktepe Journalism Awards (2015)
  • Courage in Journalism Award (2018) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperzehradogan.net/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ji ber ku nîşeyên zarokekî 10 salî rapor kiriye û di ajansa nûçeyan de parvekiriye, di derbarê wê de bi hinceta endamtiya rêxistinan doz lê hatiye vekirin.[1] Di 23ê tîrmeha sala 2016an de li Mêrdînê hatiye binçavkirin. Piştre 33 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, di hezîrana sala 2017an de hatiye girtin û piştî du salan, di 24ê sibata sala 2019an de hatiye berdan.[2][3]

Jînenîgarî biguhêre

Zehra Doğan di sala 1989an de li navçeya Rezik a Amedê hatiye dinyayê û li wî navçeyê mezin bûye.[4] Di temenê zarokatiya xwe de bi malbata xwe re li bajarê wekî Manîsa, Îzmîr û li herêma Deryaya Reş wek karkerê demsalî xebitî. Di 11e saliya xwe de li Navenda Çanda Dîcle û Firatê dest bi xwendina hunerê dike. Di 18e saliya xwe de li Zanîngeha Mûnzûrê li beşa mode û sêwiraneriyê dixwîne.[4] Piştî qedandina vê beşê, beşa mamostetiya wênesazî ya Zanîngeha Dîcleyê qedandiye. Beriya girtina yekemîn ku ajansa nûçeyan a jinan ya cîhanê ye, ajansa JINHAyê ku di sala 2012an de hatibû avakirin û di sala 2016an de ji aliyê dewleta tirk ve hatiye qewîn kirin, wekî edîtora dawî ya ajansê xebitiye.[4][5]

Bertekên navneteweyî yên li dijî girtina wê biguhêre

Di mijdara 2017an de, hunermendê mixalif ê çînî Ai Weiwei nameyek ku ji bo piştgirîkirina doza Zehra Dogan weşandiye, wekheviya navbera zordestiya çînî û tirkî ya li ser îfadeya hunerî aniye ziman.[6] Doğan bersiva hunermendê ji girtîgehê dide û bersiva xwe de dibêje "Huner amûra herî baş a têkoşînê ye."[7] Di 16ê adara 2018an de, hunermendê grafîtî ya Îngilîstanê, Banksy li New Yorkê bi dirêjahiya 21 mêtreyan, jimareyên reş ên rojên girtina Dogan nîşan dide, yek set jî dibe bend û rûyê Dogan ji girtîgehê li pişt wan dixuye. Ji The New York Times re axivî, Banksy got, "Ez bi rastî ji wê re hîs dikim... Min tiştên ku hêjayî cezayê girtîgehê ye, boyax kiriye."[8][9]

Xelatên wê biguhêre

  • 2015, Xelata Rojnamegeriyê ya Metin Göktepe. Xelat ji bo xebata wê yê li ser jinên êzidî yên ku ji esareta DAIŞê reviyan bû.
  • 2017, Xelata Freethinker, ligel Masih Alinejad, rojnamevanê îranî.
  • 2018, Xelata "Bihara Azadiya Çapemeniyê" ya Deutscher Journalisten Verbrand (Komeleya Rojnamegerên ya Alman)
  • 2018, Xelata Wêrekiya Rojnamegeriyê ya Weqfa Medyaya Jinê ya Navneteweyî.
  • 2018, endamiya rûmetê ya PEN Internationalê
  • 2019, Xelata Wêrekiya Taybet ya Rojnamegeriya Weqfa May Chidiac
  • 2020, di çapa 14emîn a Festîvala Xweseriya Jinê ya li Genova, Îtalyayê, Xelata Hypatia "ji bo xweseriya jinan a navneteweyî" werdigire.
  • 2020, "Xelata Carol Rama", Artissima 2020.
  • 2020, Power 100 - Xelata kesên herî bi bandorên di sala 2020an ê di cîhana hunera hemdem de.
  • 2021, Xelatên Atomium: Xelata Le Soir ya strip comic of reportage 2021, ji bo romana wê ya grafîkî Zindana n°5, ku di sala 2021an de ji hêla Editions Delcourt ve hatiye çap kirin.
  • 2021, Power 100 - Xelata kesên herî bi bandorên di sala 2021an ê di cîhana hunera hemdem de.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Gazeteci Zehra Doğan'a Nusaybin'i anlattığı resmini sosyal medyadan paylaşmaktan ceza!". T24 (bi tirkî). Roja gihiştinê 15 çiriya pêşîn 2022.
  2. ^ "Gazeteci Zehra Doğan tutuklandı". BBC News Türkçe (bi tirkî). 12 hezîran 2017. Roja gihiştinê 15 çiriya pêşîn 2022.
  3. ^ "Gazeteci ve ressam Zehra Doğan tahliye edildi". BBC News Türkçe (bi tirkî). Roja gihiştinê 15 çiriya pêşîn 2022.
  4. ^ a b c "Zehra Doğan'a Gazetecilikte Cesaret Ödülü - bianet". web.archive.org. 21 hezîran 2018. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 21 hezîran 2018. Roja gihiştinê 15 çiriya pêşîn 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  5. ^ "KHK ile kapatılan JINHA: "Erkek ne hüküm verir?" demeden kadınların sesi olmaya devam edeceğiz". T24 (bi tirkî). Roja gihiştinê 15 çiriya pêşîn 2022.
  6. ^ "kurdistan24.net/en/culture/62da3744-f6f3-4605-9924-9c85a3ee9fa9".
  7. ^ KEDISTAN (15 adar 2019). "Zehra Doğan to Ai Weiwei, "Art is the best instrument for the struggle"". KEDISTAN (bi fransî). Roja gihiştinê 15 çiriya pêşîn 2022.
  8. ^ Reporters, Telegraph (16 adar 2018). "Banksy creates mural in New York in support of jailed Turkish artist". The Telegraph (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 15 çiriya pêşîn 2022.
  9. ^ "Banksy just unveiled a new mural in New York City and this is what it means". The Independent (bi îngilîzî). 16 adar 2018. Roja gihiştinê 15 çiriya pêşîn 2022.