Zanîngeha Polîteknîk a Silêmaniyê

Zanîngeha Polîteknîk a Silêmaniyê (bi soranî: زانکۆی پۆلیتەکنیکی سلێمانیZankoy Polîteknîkî Silêmanî, bi inglîzî: Sulaimani Polytechnic University), zanîngeheke giştî ye û yek ji endamên Yekîtiya Zanîngehên Navneteweyî (IAU) ye. Navenda wê li navçeya Qirga ya Silêmaniyê ye. Di heman katî de jî ew yek ji navendên zanistî û çandî yên herêmê ye. SPU di sala 1996an[2] de di bin navê Weqfa Damezraweyên Teknîk de hate damezirandin û di sala 2003yan de navê wê wek Weqfa Perwerdehiya Teknîkî ya Silêmaniyê hate guherandin.

Zanîngeha Polîteknîk a Silêmaniyê
Hejmar 13580 xwendekar
Dîrok 1996
Cure Giştî (dewlet)
Navend Silêmanî
Rektor Doç. Dr. Alan Elî[1]
Malper www.spu.edu.iq
Zanîngeha Polîteknîk a Silêmaniyê li ser nexşeya Başûrê Kurdistanê nîşan dide
Zanîngeha Polîteknîk a Silêmaniyê
Zanîngeha Polîteknîk a Silêmaniyê (Başûrê Kurdistanê)

SPU ji 13 enstîtû û kolejê pêk tê. Kampûsa bingeh a zanîngehê li şarê Silêmaniyê ye û yên din jî li Dûkan, Kelar, Helebce, Çemçemal û Xaneqînê ne. Di zanîngehê de beşên endezyarî, tenduristî û bijişkî, çandinî, zanistên komputerî û karsazî hene.

Armanca bingeh a damezraweyê, rêvebirina perwerdehiya teknîkî ya li Kurdistanê bûn. Armanca din a SPUyê ya ji bilî îdarekirina enstîtû û kolejan, perwerdekirina personelên teknîk û pispor ya ji bo pêşvebirina civak, sektora dewlet û sektora taybet bû.

Kolej û Enstîtûyên Zanîngehê biguhêre

No. Kolej an jî Enstîtûya Teknîkî Sala Damezraweyê
1 Enstîtûya Teknîkî a Silêmaniyê 1973
2 Enstîtûya Teknîkî a Kelarê 1995
3 Enstîtûya Teknîkî a Çemçemalê 2000
4 Enstîtûya Teknîkî a Helebceyê 2003
5 Enstîtûya Zanistên Kompûterî 2003
6 Enstîtûya Teknîkî a Dûkanê 2004
7 Enstîtûya Teknîkî a Derbandixanê 2005
8 Enstîtûya Çandinî ya Teknîkî a Kelarê 2007
9 Koleja Çandinî ya Teknîkî a Helebceyê 2004
10 Koleja Teknîkî ya Înformatîkê 2013-2014
11 Koleja Teknîkî ya Endezyariyê 2013-2014
12 Technical College of Administration 2013-2014
11 Technical College of Health 2013-2014

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 17 sibat 2017 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 17 adar 2017{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  2. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 1 kanûna pêşîn 2017 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 17 adar 2017{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)