Zîlî navê eşîreke kurdan e ku li welatên Sovyeta kevn û Bakurê Kurdistanê, bi taybetî li herêma Serhedê dijîn.

Endamên vê eşîrê ji xwe re him redkî û him jî zîlî dibêjin. [1] Geliyê Zîlan zozanên vê eşîrê, Geliyê Berezan jî zozanên eşîra berazî bûn. Li herêma Zêdkaya Agiriyê çiyayên bi navê Çiyayên Zîla, li gundê Agiriyê Dormeliya Jorîn Kaniya Zîlî, [2] li Qubadliya Azerbaycanê jî gundekî bi navê Zîlanlî heye ku endamên vê eşîrê li wir dijîn. Bi piranî pişaftine. Vê eşîrê, navê xwe daye Konfederasyona eşîrên zîlan.[3]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Redkan Aşireti Hakkında Bilgilendirme.
  2. ^ Wîkîpedîya: Dormeliya Jorîn.
  3. ^ [Burhan Kocadağ, Doğu'da Aşiretler; Kürtler ve Aleviler, 1992]