Yona Sabar

Zimannas û lêkolînerê kurd

Yona Sabar (jdb. 1938 li Zaxo, başûrê Kurdistanê) zana, zimannas, lêkolînerekî kurd[1] e.

Yona Sabar
Jidayikbûn
יונה ביי צבאע'א Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

1938 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîÎsraêl Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
Pîşe
  • Mamosteyê/ya zanîngehê li ser wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Ariel Sabar Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jiyan biguhêre

Di malbateke cihû de hatiye jiyanê. Dema Îsrael ava dibe, malbata wî ji Kurdistanê bar dike, li Îsraelê bicih dibe (1951). Li Zanîngeha Orşelîmê li ser Zimanê îbranî û erebî perwerdeyê dibîne û bawernameyê werdigire. Sala 1970'yî li Zanîngeha Yaleê doktoraya xwe, li ser zimanên rojhilata navîn bidawî dike. Sala 2010ê li Zanîngeha Kalîforniyayê li Los Angelesê profesor e.

Sabar li ser hebrayî û kurdî gelek nivîsar nivîsiye. Bi taybetî li ser kurdên cihû û folklora wan gelek xebat kiriye. Lawê wî Ariel Sabar bîranîn wî wekî pirtûk weşandiyee: My Father's Paradise: A Son's Search for his Jewish Past in Kurdish Iraq. Pirtûkê sala 2008ê xelata National Book Critics Circle Award a jînenîgariyê wergirtiye.

Pirtûk biguhêre

  • The Folk Literature of the Kurdistani Jews: An Anthology, Yale University Press, 1982, ISBN 0-300-02698-6 [2]
  • A Jewish Neo-Aramaic dictionary: dialects of Amidya, Dihok, Nerwa and Zakho, Northwestern Iraq, Harrassowitz, 2002. ISBN 3-447-04557-4

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Lîsteya kurdên cihû
  2. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 25 gulan 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 1 kanûna pêşîn 2011{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)

Girêdanên derve biguhêre