Yekbûn (hunermend)
Yekbûn navê bestekar, sazkir û stranbêjeke jin a kurd e ku di 1979an de li Stembolê ji dayik bûye[çavkanî hewce ye]. Ew ji Mêrdînê ye û biçûka şeş xwîşk û birayan e.
Di sala 1989an bi awayekî amator dest bi mûzîkê kir, heta sala 1997an bi komek gelek şev, şahî, konser û organîzasyonan de bi awayekî aktîv xebitî. Li Zanîngeha Marmara ya Stembolê di beşa Mamostatiya Mûzîkê, perwerdehiya deng xelas kir.
Berhema wê ya pêşîn, "Nîrwana" (2002)Biguherîne
Di sala 2002yan de bi yekemîn berhema xwe ya solo bi navê “Nirwana” derket pêşberî hezkiriyên xwe. Di vê navberê de tevlî gelek xebatên hunerî bû. Dîsa bi mûzîk û vokalîstiyê tevlî xebatên rêzefilmên “Ihlamurlar Altında", "Esir Kalpler û Asî” bû. Li aliyê din reklam û jenerîkên mûzîkan amade kirin. Ji bo komên dans, muzîkên taybet amade kirin. Berhema wê bi xwe jî di nava de ji gelek berhemên hûnerî re muzîksazî (aranjor) kir.
Berhema wê ya duyem, "Kejê" (2007)Biguherîne
Di sala 2007an de bi duyem berhema xweya hunerî bi navê “Kejê” derket pêşberî hezkiriyên xwe. Ji bo hinek stranan (Were were, Xwezî dîsa, Esir kalpler, Kejê, Yar eman, Nikarim, Haro Baso, Şervana kurd im) klîp kişand.
Ji bo televîzyona Zagros TV li bernameya Mêvan Show derhêneriya muzîkê kir û jenerîk û tûşeyê bernameyê amade kirin. Li TRT Kurdî pêşbaziya deng de "Strana xwe bêje" wek jurî cihê xwe girt. Ser navê Kurdistanê li festîvala Pusan li Başûrê Koreyê bi stranên xwe beşdar bû.
Berhema wê ji bo zarokan, "Zarok" (2013)Biguherîne
Di sala 2013 berhemeke ji bo zarokan a bi navê "Zarok" amade kir û li ser iTunes, Amazon û Musicload belav kir.
Biguherîne
Her wekî din albûma çaran a bi navê "Dilop" him li Başûrê Kurdistanê him jî li Tirkiyê hate belavkirin û du klîb hate kişandin.
Klîp, albûm û duetên wêBiguherîne
KlîpBiguherîne
- 2002 Nîrwana: https://itunes.apple.com/tr/album/nirwana/id668794324?l=tr
- 2007 Kejê: https://itunes.apple.com/us/album/keje/id931604653
- 2013 Dilop: https://itunes.apple.com/us/album/dilop/id687908228
- 2013 Zarok: https://itunes.apple.com/us/album/zarok/id590385879
Albumên wêBiguherîne
Ji albûmên wêBiguherîne
- Koma Çiya - Rozerîn
- Koma Çiya - Dîlana Bê Sînor
- Yekbûn - Nîrwana
- Yekbûn - Kejê
- Ihlamurlar Altında - Sound Track
- Ihlamurlar Altında - Sound Track 2
- Şair Ahmet Çelik - Hüznün Heceleri
- Berîvan - Belgesel
- Yekbûn - Dilop
- Yekbûn - Zarok
- Ji bo bîranîna Bro Omerî - Peşk
DuetBiguherîne
- Bilind İbrahim - Zozan
- Kawa - Berfîn
- Armanc - Dayê
- Aramo - Dibarim