Yehya Elewîferd
Yehya Elewî Ferd (1973, Bocnûrd Xorasana Bakur) yek ji helbestvan , rojnamevan û nivîskarên kurdên kurmanc ê li Îranê ye. Di sala 1973'ê de, li gundê Baxçiq a ku li ser Bocnûrd li parêzgeha Xorasana Bakurê li Îranê ji dayîk bûye. Ew heta pola pêncem li dibistana gund dixwîne, dû re xwendina xwe li dibistana bajarê Bocnûrd ê didomîne, ku bajarê Îraniyan bû. Di sala 2009'an de fakûlteya wêje û zimanê farisî ya Enstîtuya Qomê ya pêdagogiyê temam dike. Ev 20 sal in helbestên zarokan bi zimanê farisî û kurmancî dinivîsîne. Wî bêhtirî 10 xelatên helbestan li Îranê hilgirtiye. wî li ser modirnkirina sêxiştiyên kurdên xorasanê hinek nivîsar nivîsîne û gelek Sêxiştiyên Modern jî çê kirine. îro sêxiştiyên modern bi navî wî tên naskirinê.[1][2] Ew niha li bajarê Qomê jiyan dike. Heta nika bêhtirî deh pirtûkên wî li Îranê , Înglistanê , Iraqê û Tacîkistanê hatine çapkirin.
Yehya Elewîferd | |
---|---|
Jidayikbûn | 1973 |
Hevwelatî | Îran |
Pîşe | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Berhem
biguhêre- Demsal Balkêş in 2005
- Bihara bêdawî 2008
- Eva nûtî ye 2008
- Were bibîne 2010
- Doregerdan 2010
- Muhemmed dîsa tê 2010
- Şerê Çûçikan 2010
- Xwedê ke Her roj Ceng Bê 2010
- Rojek Dûmeqeskekê 2011
- Mîna Bûkan 2011
- Şelpe û Sêv Kurdîya Kurmancî - 2012
- Eva nûtî ye Kurdîya Kurmancî - 2012
Xelatên wergirtî
biguhêre- Cejnvareya kovarên zarokan û nûciwanan, xelata yekê, 2001
- Cejnvareya xwendekaran, xelata duyê ya beşa helbestê, 2002
- Cejnvareya nivîskarên baştir li IRIB, xelata yekê, 2004
- Cejnvareya hunerên asimanî,li Howzehên Iran, xelata yekê ya beşa helbestê, 2009
- Pirtûka demsala Iranê, xelata yekê, 2009
- Cejnvareya neteweyîa Bahar li zanîngehên Iranê, xelata yekê ya beşa helbestê,2009
- Cejnvareya neteweyîa Seqeliyn li zanîngehên Iranê, xelata duyê, 2009
- Pitûka sala parîzgeha Qom, xelata yekê, 2009
- Cejnvareya neteweyîa Quran li zanîngehên Iranê, xelata sisê ya beşa helbestê,2010
- Cejnvareya malperan libarey aşûra, xelata yekê, 2010
- Cejnvareya neteweyîa pirtûka zarokan, xelata yekê, 2011
- Cejnvareya helbesta işraq, xelata yekê, 2012
Çavkanî
biguhêre- ^ RIZGARÎ[girêdan daimî miriye]
- ^ Pênûsa Nû hejmara 27an, rûpelên 4 û 5 (PDF), ji orîjînalê (PDF) di 13 çiriya pêşîn 2014 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 1 îlon 2014
- ^ Agahî di derbarê jiyana wî de, ji orîjînalê di 20 îlon 2011 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 12 kanûna pêşîn 2011
- ^ Berhemên Yehya Elewîferd
Girêdanên derve
biguhêre
Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |