Çelikan

(Ji Yeşilyurt hat beralîkirin)

Celikan (bi tirkî: Yeşilyurt) gundekî navçeya Qûlekiyê Kulu ya bajarê Qonyeyê ye.

Gundê Yeşilyurt di sala 1880'an de ji hêla eşîreta Celikan ve hatiye avakirin, ku bi xwe şaxek ji konfederasyona eşiretên Reşwan e . Malên ku pêşîn bi cih bûne, Malê Ranê, Malê Simê, Malê Nêyîb, Malê Tûmikî, Malê Selmên, Malê Avsef, Malê Çêwîş, Malê Gûllê, Malê Şihelî, Malê Newê û yên din. Çend Wargehên Celikiyan Hene ?

Di gelek nivîsaran de behsa hoza Celikan tê kirin, bes bi tevahî heta niha kesekî wargeh û niştîgehên Celikiyan di nivîsarekê de bi rêkûpêkî berpêş ne kiriye. Min xwest di vê gotara xwe de bi awirek werhewandî cihwarên eşîreta Celikî hilbijimêrim. Dîsa jî Kercews tê min bi bakûrê kurdistanê ve tixûbandi ma. Min nikanî û nikanim jî li cih war û gund û bajarên celikiyan ên li her sê parçeyên din ên li Îran, Îraq û Sûriye'yê hene pêşkêşî we bikim çimkî tu delîv û derfet di destê min de tune ne.

Weke hozên din ê kurdistanî, hoza celikî jî di çembera felekê re hilqiloziye. Lewma çinî çinî bûne û her yek ji wan bi hêlekê de pekiye. Bi Kercews tê ke rûxalî û gihar min ev wargehên jêrîn peyidandin. Bêguman gengaz e ku mirovekî şareza bi lêkolîneke kûr û fireh dikane hê bi dehan niştîgehên celikiyan bime bide nasandinê.

Hoza Celikan hozek kurd, kirmacîaxêv û şaxek ji konfederasyon ango hevsondiya êla Reşiyan e. Di nava Celikiyan de ji aliyê dîn ve fire-bawerîtî heye. Henêfî û Elewî di nava wan de hene. Bêguman Şiî û Fileh jî divêtin di nava wan de hebin. Lê mixabin ji sedema Elî Bêtikê em nikanin bi reya navtorê di wan rexên Kurdistan`ê bigihîjin.

Şerefname û hoza Celikan

Mîrê Xawênşikû Mîr Şerefxanê Bêdlîsî pirtûkek li sala 1597 nivîsandiye û ev pirtûka xwe gaziyê dîroka Kurdistan`ê kiriye. Cara ewil navê hoza Celikan di pirtûka wî a giranbiha de radibirie. Em pêwist in ji bîr nekin nekin ku ew pirtûka navbihûrî pirtûka yekemîn a dîroka Kurdistan`ê ye ku hatiye nivîsandinê. Gava di pirtûka yekemîn a dîroka welatekî nola Kurdistanê de navê hoza Celikan tê dabaş kirin, ew jî ji weç e ji gelê Celikiyan rê wek şanaziyeke mezin bê berisandin. Ew gava navê hozên kurdî hildijimêre di nava wan de hoza celikan jî heye. Di pirtûka xwe de xawênşikû wisa dabaş dike;

Mîrîtiya Heskêfê

Keleha Heskêfê bi bilindiya 150 metro ye û dêzeke şût û asê ye. Di binê dolivgeriya wê de çar herêm hene. Van Sêrt, Bişêrî, Tor û Erz in. Li van deverinan 13 hozê kurdan dijîn. Ew evin:

Aşitî, Mihelmî, Mihronî, Becnewî, Sîtakî, Îsterkî, Gurdilê Bic, Gurdilê Mez, Reşan, Kêjikî, Cêlikî, Xindegî, Sehonî.`

Weke em li jor dibînin, hoza Celikan hem hozek kevn ango ji berê de hebûye, hem jî li her deverên kurdistanê li ser mesela li Heskêfê dixuye.

Navê eşîreta Celikan bi fesalên biçewtî wisa jî wek `cellikanî`, `Celikanî`, `celikî`, `Celikan`, `çelikan` tê û hatiye nivîsandinê. Misoger e rast nivîsa wê nola `Celikan` û `Celikî` bê tomar kirinê . Eşîrata Celikan şaxek ji konfederasyona eşîreta `Reşiyan`e , weke me li jor jî dabaş kir. Lêbelê hem şaxên din ên êla Reşiyan hem jî eşîrata Celikan ne tenê li Anadola Navîn dijîn, hem vê re jî li seranserê Kurdistan`ê jî jiyana xwe didomînin.

Navên kurdî bi dûgela tirk zehf dijwar tên û ew nikane wan navan biherisîne ,seba wê jî navên kurdî û navên eşîret û kesayetên kurdî bi hidamî çewt nivîsandine an teribandine,hê jî ew helwesta dûgela tirk li dar û li ser kar e. A herî sehm jî ev e ku ew hewna dûgela tirkî di vê hingama sedsala 21 an de jê hê ne hatiye guhartin. Ji vê bişaftin û qûraftina dûgela tirk navê xêla Celikan jî pelîseya xwe wergirtiye.

Min hinek ji koleksiyona sosretên dûgela tirk a ku tenê li ser navê hoza Celikan meşandî wek Çewt nivîsndina navên vê hozê weke nimûneyên li jêr berpêş kir.

Celkî, Celiko, Celika, Celkan, Cêleka, Cilkan, Çilkan, Çilkanî, Cilkanî, Çelikhan, Çelik, Çalkiran, Çîlkanî, Cola, Cilik...

Qewtek mirov ev qes bêxwedan û bêkes dibe? De werin binêrin li vê sosretê! ,li vê zeharê !. Navekî kurdî ye bi hezar şiklê çewt hatiye nivîsndinê. De wer bîza xwe ji dewleta tirk nîne! Kurd ew qes xizan, tirk jî ew hinde sitemkar nabe ! Di vê nixay û bênengiya dûgela tirk de bêgûşane para behletiya kurdan jî zehf e. Ji me kurdan jî tu kes derneketiye û gercust û lêkolandinên zanistî û wêjeyî amede ne kirine, hewl nedane ku wan bi dirûstî bidine tomar kirinê. Divê em kurd vê yekê di mêjiyê xwe de binitirînin ku bii girî, gilî, gazincan em di tu deveran nagihîjin, kes jî ji dêl me ve karên me narewîne, nadolivîne.

Ev navên jêrîn hemû cûreyên navên eşîreta Celikan in û divêtin wisa bihatana û bên nivîsandinê!

Celikan: Navê hoza Celikan e ku navdêrek nefsî ye. Binema ji navekî kevn û neolîtîkî ê kesayetek bi navê Celo divêt hatî be piraştin ku Celik naznav e û di raweya biç û andinê Celikan: Navên gund û şehrên ji aliyê hoza Celikan de hatine ava kirin re tê gotin ku wargeh in e. Hûn dê li jêr jî bibînin bi dehan wargeh û niştîgehên ji aliyê hoza Celikan ve hatine ava kirin hene. Celikanî: Kesên ji gund û bajar û ji wargehên ji aliyê celikiyan ve hatine damezirandin. Celikî: Kesên girêdayî vê eşîretê ,endamên hoza Celikan. Ne navê hozê bi xwe ye! Celikiyan: Pirjimara peyrew û kesên girêdayî ên hoza ji Celikan rê têt gotin Celikaniyan : Pirjimara wan kesan

Xalek din a bala min kişandî heye ku mirovên wek Van Brunissen û Nîşanyan ên şareza û pispor jî der barê civak nasiya kurdan de, bona civaka kurdan de li ser sazî û mezrên civakî ên kurdan de derheqê kurdan û zimanên wan de de çewtî û xeletiyên bingehîn kirine û dikin, ew tişt gelek watedar e.

Kilîda Civak nasiya Kurdî

Gel, Xelk, êl, xêl, hoz, qewte, mal, bavik, babistîn, ber, koz, kom, ezbet, tîre, eşîr, tayfe, qebîle, kom civak, civat, cemaet, komelge, hwd. Di nava sêl û bêliya van wîşeyan de ên dirûst ev in;

Gel: Xelk,gûrek mirovên nêzî hev,netewe,ji zehf û piraniyê tê, ne pîşadiye ku em dibêjin gelek,gelo,gelestêrk,xezûrgel,hemgel.

Xêl: Hoza mezin, êl, eşîreta mezin, hevsondiya hozan,konfederasyona eşîretan êl û xêl sînonîm ango hevwateyên hev in.

Hoz: Eşîret, ev peyva ji hêz û hiz ê tê. Quwet e, xurtî ye, zexmî ye. Zever e.

Tîre: tayfa yekyek binşaxa eşîretekê, menek ji gûrfên binê hozê ye. Ji tîrê tê. Tîr doxek zirav û dirêj û tûj e. Bi kevanê têt avêtin.

Ezbet. Qebîle ye. Ji ` ez`ê tê. Di kurdî de numa ye paşebendeke `bet` heye. Şîmane ye bi paşbenda `met`ê ve yek bin.

Babistîn: Bavik, Qlan, qilan xuya ye ji bavê tê, bab û bav hevwate ne. Qilan ji çend heb malbatên xizm û lêzim, xinamiyan vediceme.

Malbat: Mena herî biçûk a di nava civakê kurdî de Malbat in. Malbat, aîle ye û ji bavk dayikek û ji zaroyên wan vediceme. Malbat, ji malê t û bi paşbenda betê temamiya xwe dîtiye,lê bet ziviriye bat`ê. Hewceyê vepastinê ye. Mal bi xwe ji peyva mane tê ku di hinek peyvên hevdûdanî de hê jî jiyana xwe dikûdîne. Ew jî `Xanûman` e ango `xanî` û `mal`. `Man` jî ji `domanê` piraştiye. Doman zehvaniya dome ye `dom` peyvek arî bû.

Xelk: Gel lê ne `em` ên din, kesê biyan, kesê ne ji me. ev wîşe jî ji heman rehê tê, ji `gel`ê tê.

Gel > Xêl > Hoz > Tîre > Ezbet > Babistîn > Malbat

Gel ji xêlan, xêl ji hozan, hoz jî tîreyan, tîre ji babistînan û yê dawiyê jê ji malbatn çê dibe. Ya sosret ew e ku wîşeya `xelk` jî hê di kurdî de heye ku ew jî tê wateya gelên din, xêlên din, hozên din ango dijê xwenasandinê ye. Gav te go em gel, xêl û hoz tê bîra mirovan, gava te go hûn jî ên din ango xelk tê bîra mirovan. Ger te got `ez` xelk kesên din in. Ger te got malbata me, hîngah xelk malbatên din in. Gava te go gelê kurd wê demê jî `xelk` wateya biyaniyan an gelên din ên wek tirk û ereb û ên din tê siviyandinê. Min jî hê nû veşikaft ku peyva `xelk` di kurdî de weyneke kilîdîn dileyize. Wateya wê li dûv babetê tê guhartin. Ji aliyê semntîkê ve tu têkiliyên xwe bi `halk`a tirkî ve nîn e. Dewra ji aliyê rehnasiyê ve peyva tirkî weke min li jor gotî ji peyva `xêl` ê a kurdî tê. Xêl bi `êl`ê ve hevreh in, xelk bi wan ve dîsa ji heman rehê tên. `Halk` tirkî jî ji xelka kurdî tê. Ev hemû jî bi peyva gel ve dîsa ji heman rehî piraştine. Ew misoger e û herzal e.

Qewte, ber koz, kom, peyvinên din ew in ku di babeta me de cihê xwe tune ne. Hinek ji wan jî peyvên biyanî ne ku mirov dikane ji wan jî sûdê werbigire.

Martin van Bruinessen û Sosyologên din mixabin gelê kurd hê jî bi zelalî nas nekirine. Wan li ser civaknasiya kurdî gelek çewtî kirine. Têgehên kurdî şehitandine. Lêbelê gava mirov bi dilekî asa lê dinêre tavine re kifş dike ku kîjan peyv tê kîşan wateyê. Lewma jî min nika ji we re ev wîşeyan palaftin û zelandin.

Kurd di bin pest û pêkutiyeke mezin de jiyana xwe bi dijwarî didomînin. Heta niha mane nuwazeyeke ! Fer e mirvov vê rastiyê jî xêva xwe der nehîne. Ev gel û ev zimanên kurdî çawa dibin ku piştî ev erişên hov li pê mane. ? Ew bi xwe serkeftineke mezin e.

Vaca leşker û elîtên tirkan a hoveber û goneya guhartina navên gund û bajarên kurdan bixwe gosartmeyeke nedîtbar e. Ji bo nimûne ez li jêr rûdaneke berî hanhanika sed salî ji we re vebêjim.

Li vî gundî ango li li gundê Celikan ku nave wê bi tirkî ne bel e,gundekî li Erdîş`a bi ser Wan`ê ve ye hewaleke wek Gundê Celikan ku tirkiya wê Kirkpinar e bi ser Qulekiya Qonye`yê ve ye diqewime. Li sala 1928 an gava dûgela tirk nefergeliya dêrsa semyanên kurdî û guhartina navên gund û bajarên kurdan serfetihandibû,vî gundê bextreş ji pelîseya xwe ji vê heciiland.Navê wî gundî guhartin, qinyat anîn ku ew çilkanî bi kurdî ji çil kanî yê tê . Girtin navê wî gundî bi tirkî kirin `Kirkpinar`. Qaşo ji kurdî wergerandin tirkî .Lê nav guherandin tawaneke,wateya qels kirin tawaneke din e. Bi Rastî ne wisa bûye .Navê gund ji hoza Celikan dihat û bi endamên gund re digotin Celikanî ango ew kesên ji gundê Celikan. Rayedarên tirk helbet nexem in maneya wê çiye . Jibo wan tiştek tenê giring heye ,ew jî bila ne bi kurdî be, bi kîjan zimanî dibe bila bibe. Lewma guhartin kirin Kirkpinar. Ew jî qîlek dide me ku navê gundê Kirkpinar a Kulu Konya yê ji ku hatiye û çawa hatiye dexilandin, şapînoz kirin.

Niştîgehên Celikiyan

Gund Navçe Şehr

kurdî/tirkî kurdî/tirkî kurdî/tirkî

1. Celikan jêr/yesilyurt -Qûlekî/Kulu -Qonye/Konya

2. Celikan jor/Kirkpinar –Qûlekî/ Kulu -Qonye/Konya

3. Hesar /Hîsar Qûlekî/Kulu-Qonye/Konya

4. Kûtiga /Kûtûkusagi -Cihanbeg Cihanbeylî Qonye Konya

5. Celikan /Eskibektaşli-Girûn/Gürün-Sêwaz/Sivas

6. Celikan /Sûrendal köyü -Çinar/Çinar -Amed/Diyarbakir

7. Celikan/Yagmurkuyusu köyü -Basê/Gûclûkonak-Şirnex/ Sirnak

8. Celikan/ tirkî ? - Navend /Merkez – Bêdlîs/ Bitlis

9. Celikan /Atlihan Köyü Şax/Catak Wan/Van

10. Celikan(komişîr) /Çelikhan - Semsûr/Adıyaman

11. Celikan /tirkî ?-Erdîş/Ercîş-Wan/Van

12. Celikan jêr û Celikan jor /Koçbaşı köyü – Mehmûdî/Saray – Wan/Van

13. Celikan/ Çelik köyü – Kerboran/Dargeçit – Mêrdîn/Mardin

14. Celikan ,Çola /Çalkiran köyü- Navend/Merkez Mamekî/Tuncelî

Derbarê Celikiyên di nava tixûbên Îranê de dimînin de, di ên li Kurdsitan`a îraqê dimînin de herwiha derbarê celikiyên li sûriye`yê jî tu agahiyên bijûn di destê me de tune ne. Digel vê yekê haya me heye ku çend gundên celikiyên Êzdî bi navên celikî, calikî, cillikî li der dora çiyayê Şengalê hene.Her wiha li dûv agahiyên galagalî li tenişta bajarê Îsfehanê jî şaredêyek bi navê Celikan jî heye.

Mijareke din yeka hêjayê dabaşê heye ku weke em gişt pêdizanin êdî mirov dikane navên berê dîsa li gund û şehrê xwe bike. Derbarê vê de qanûnek derketiye û êdî ev nav dikanin ji nû ve vejin. Ez tênagihêm ku çima Partiya Demokratîka Gelan an Partiya Demokratika Herêman an jî bi tevahî peşar û pêşawayên kurdan çire vî karî nakin stûyê xwe, van navan yekbiyek venagerînin?

Anha ez li vê derê bangewaziya xwe digihînim kurdan û nemaze celikiyan, da ku bilez û bez navên gundê xwe ê mêjîn û dêrîn ji nûve bistînin û ji tunebûnê rizgar bikin!

Pate û Giram

Cellikanî

19 Mijdarê 2014

Girêdanên derve

biguhêre