Yüksel Yavuz
Yüksel Yavuz (jdb. 1ê sibata 1964an, Depê, parêzgeha Xarpêtê, Bakurê Kurdistanê) derhêner û senaryonivîsekî kurd li Almanyayê e.
Jiyana berî
biguhêreJi 1980an vir ve ew li Almanyayê dijî û bavê wî di benderê Hamburgê şixolî,[1] lê di eynî dem de, diya wî li Bakurê Kurdistanê ma ye.[1] Piştî xwendina lîseya xwe û karkirin di çend fîrmayan de, ew navbera sala 1986-1989an de di Zanîngeha Hamburgê di beşên sosiyolojî û aborî qedand û ji 1992-1996an komûnîkasiyonên vîsûal ji akademiya hunerên bedew li Hamburgê.[1]
Kariyera profesiyonel
biguhêreFîlma wî ya yekem ji sala 1995an ve ji bo weşana giştî ya Alman ZDF çêkiriye û belgefîlmek otobiyografî ye ku li ser serpêhatiya bavê wî wekî karkerê mêvan û diya wî ya ku li gund maye.[1] Ji ber ku wî derhêneriya çendîn belgefîlm û fîlmên dirêj kiriye.[2] Fîlmên wî gelek caran li ser dîasporaya kurdî û nîşankirina welat ji bo penaber û koçberan radiweste.[2] Hesreta Stembolê balê dikişîne ser çend neteweyên ku li Stembolê bi cih bûne û hêvî jî li ser mafên mirovî yên gelê kurd li Tirkiyeyê ye.[3] Ew çend berheman ji vir qezence kir.[4]
Belgename
biguhêre- 1992: Hoch-Zeit (Dema-Bilind)[1]
- 1993: Freedom Pension (Penaberiya Azad)[1]
- 1993: Coromandel[1]
- 1994: 100 und 1 Mark (Sêd û Yek Mark)[2]
- 1995: Mein Vater, der Gastarbeiter (Bavê min, karkerê mêvan)[2]
- 1998: Aprilkinder (Zarokên nîsanê)[2]
- 2000: Beyaz mantolu adam (Mêrek bi pantolê şîn)
- 2003: Kleine Freiheit (Azadiya biçûk)[1][3]
- 2007: Close up Kurdistan (Kurdistan nêzik be)[3]
- 2010: Sehnsucht nach Istanbul (Hesreta Stembolê)[1]
- 2013: Hêvî[5]
Çavkanî
biguhêre- ^ a b c d e f g h i Göktürk, Deniz (16 îlon 2004). "Yüksel Yavuz's Kleine Freiheit / A Little Bit of Freedom". Transit (bi îngilîzî). 1 (1). doi:10.5070/T711009701.
- ^ a b c d e Kraenzle, Christina (2009). "At Home in the New Germany? Local Stories and Global Concerns in Yüksel Yavuz's "Aprilkinder" and "Kleine Freiheit"". The German Quarterly. 82 (1): 93–105. doi:10.1111/j.1756-1183.2009.00040.x. ISSN 0016-8831. JSTOR 27701117 – bi riya JSTOR.
- ^ a b c Hippen, Wilfried (6 adar 2014). "Dokumentation: Die kurdischen Kämpferinnen". Die Tageszeitung (bi almanî). ISSN 0931-9085. Roja gihiştinê 13 çiriya pêşîn 2021.
- ^ "Yüksel Yavuz - Regisseur | NEWA FILM" (bi almanî). 21 hezîran 2017. Roja gihiştinê 1 adar 2020.
- ^ "Hêvî - Hoffnung | Film 2013 | moviepilot.de". www.moviepilot.de (bi almanî). Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2019.