Xoşab
Xoşab (bi tirkî: Güzelsu), gundekî girêdayê Payizava ya bajarê Wanê ye. Piştî guherandina zagonan bajarok gund tê nasîn. 52 km'yan ji dûrî Wanê û 30 km'yan jî Payizavayê ye.
Xoşab | |
---|---|
Güzelsu | |
Koordînat: 38°18′58″Bk 43°48′4″Rh / 38.31611°Bk 43.80111°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Wan |
Navçe | Payizava |
Nahiye | Xoşab |
Bilindahî | 1.980 m (6500 ft) |
Nifûs (2010) | 1.756[1] |
Koda postayê | 65900 |
Koda telefonê | (+90) 432 |
biguhêre |
Wateya navê gundê (Xoş-av: xweş av) Ava xweş wekî. Piştî polîtîkayên tirkkirinê navê gundê bizanebûn guherandine tirkî (Güzel-su: xweş-av). Lê ew polîtîka li herêmê û gelek deverên din ên kurd dijîn bi tekoşîna kurdan pûç û vala derket, gelê herêmî û cîhan wê derê bi Kurdî wekî (Xoşab) dinasin.
Gelhenasî
biguhêreLi Gor Salan Daneyên Gelhê[2] | |
---|---|
2009 | 1.842 |
2007 | 2.498 |
2000 | 1.723 |
1997 | - |
Aborî
biguhêreAboriya bajarokê zêdetirîn li ser mazotfiroşiyê ye. Ji ber ku bajarok nêzî tixubên Îranê ye û li vir Benzîn, Mazot û Xurekan bi erzanî tînin û li vir difiroşin, aboriya xwe dimeşînin. Ji bilî wan karan Çandyarî û Ajaldarî jî li vir nava karan de cihê xwe digire.
Agahiyên bajarokê
biguhêreLi bajarokê dibistanekî seretayî, dibistanekî birazan û dibistanekî jî amadehiyê heye. Tenduristîxane û PTT jî li vir derê xizmet dike. Têlefonên westar û înternet heye û bajarok li ser rêya Wan û Colemêrgê bi cih bûye. Ji ber wê aboriya bajarokê ji Wanê re pir girînge.
Çavkanî
biguhêre
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |