Xoşab
Xoşab (bi tirkî: Güzelsu), gundekî girêdayê Payizava ya bajarê Wanê ye. Piştî guherandina zagonan bajarok gund tê nasîn. 52 km'yan ji dûrî Wanê û 30 km'yan jî Payizavayê ye.
Xoşab Güzelsu | |
![]() | |
Kargêrî | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Wan |
Navçe | Payizava |
Nahiye | Xoşab |
Demografî | |
Gelhe (2010) | 1.756[1] kes |
Erdnîgarî | |
Koordînat | 38°18′58″Bk 43°48′4″Rh / 38.31611°Bk 43.80111°Rh |
Bilindayî | 1.980 m |
Koda postayê | 65900 |
Koda telefonê | (+90) 432 |
![]() |
Wateya navê gundê (Xoş-av: xweş av) Ava xweş wekî. Piştî polîtîkayên tirkkirinê navê gundê bizanebûn guherandine tirkî (Güzel-su: xweş-av). Lê ew polîtîka li herêmê û gelek deverên din ên kurd dijîn bi tekoşîna kurdan pûç û vala derket, gelê herêmî û cîhan wê derê bi Kurdî wekî (Xoşab) dinasin.
Gelhenasî biguhêre
Li Gor Salan Daneyên Gelhê[2] | |
---|---|
2009 | 1.842 |
2007 | 2.498 |
2000 | 1.723 |
1997 | - |
Aborî biguhêre
Aboriya bajarokê zêdetirîn li ser mazotfiroşiyê ye. Ji ber ku bajarok nêzî tixubên Îranê ye û li vir Benzîn, Mazot û Xurekan bi erzanî tînin û li vir difiroşin, aboriya xwe dimeşînin. Ji bilî wan karan Çandyarî û Ajaldarî jî li vir nava karan de cihê xwe digire.
Agahiyên bajarokê biguhêre
Li bajarokê dibistanekî seretayî, dibistanekî birazan û dibistanekî jî amadehiyê heye. Tenduristîxane û PTT jî li vir derê xizmet dike. Têlefonên westar û înternet heye û bajarok li ser rêya Wan û Colemêrgê bi cih bûye. Ji ber wê aboriya bajarokê ji Wanê re pir girînge.