Xinzora Jêr

Gundekî Gimgima Mûşê

Xinzora jêr (bi romî kirine: Kayalıdere), gundekî navçeya Mûşê Gimgimê ye.

Dîrok biguhêre

Gundekî dîrokî ye. Ji bav-kalên kurdan Mediyan û ji şarezayiya Ûrartûyan bermahî hene. Hin dibêjin navê gund ji zimanê Ermenî ye û tê wateya sêvê. Kesên wiha dibêjin bo navê Vartoyê jî dibêjin bi Ermenîkî tê wateya gul. Lê ev kesana jibîr dikin ku bi navê Vartan/an êlek heye li Gimgimê û ew jî ne Ermenî, Kurd in. Herwiha navê Xinzorê jî dibe ku ji Xanzorî (Xanzoriyan) be. Lêkolînek zanistî nehatiye kirin. Bingeha gund bi texmînî di sedsala 16. de hatiye avêtin. Dîroka wê ya heya 300 salî xelk baş dizane. Beriya avabûna gund jî li herêmê gelek êk û berên Kurd jiyane. Niha Mala Nûro, Mala Silê Memê, Mala Sofî Îsmaîl, Mala Sefo, Mala Nado, Mala Seydê dijîn.

Erdnîgarî biguhêre

Nêzîkê gundên Çarbihur, Anêr, Şîpê ye. 24 km ji Gimgim, 72 km ji Mûşê dûr dikeve.

Avhewa biguhêre

Aborî biguhêre

Aboriya gund li ser ajalvanî û çandiniyê ye. Gund gelek koçber daye û gelek kes mecbûr in bi werzane biçin bajarên Tirkiyeyê kar bikin.

Wargehên balkêş biguhêre

Navdarên Xinzorê biguhêre

Girêdanên derve biguhêre