Anêr

Gundekî Gimgima Mûşê

Anêr (bi tirkî navê wê kirine Değerli) gundekî bi ser Gimgima Mûşê ye.

Anêr
Değerli
Anêr li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Anêr
Anêr
Koordînat: 39°3′12″Bk 41°41′1″Rh / 39.05333°Bk 41.68361°Rh / 39.05333; 41.68361
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehMûş
NavçeGimgim
NahiyeQerekoy
Bilindahî
1.570 m (5150 ft)
Nifûs
 (2010)
264[1]
Koda postayê
49600
Koda telefonê(+90) 436
Map
biguhêreBelge
Dûrahî
Bajar gund Navçe
? km ? km

Dîrok biguhêre

Gundekî dîrokî ye. Nîşaneyên jiyana kevnar ta roja îro ji şikeftên Kela Anêrê diyar in. Lewra bi çavdêriyeke jî xûya ye hema bigire hemû şikeftên Kela Anêrê di demên berê de bi awayê verojtinê hatine desttêwerdan û çêkirin. Her wusa vê rastiyê bi nexş û nivîsên li devera goristana gund tê pesendkirin. Peykerê kevnar ê ku îro li ber derê mala torinê Sertîfê Cindî hatiye bicihkirin di rastiya xwe de ji nav goristana gund hatiye anîn. Ev peykerê ku li gund weke Kevirê Hirçê tê binavkirin pêkan e ku bermahiyeke dema Aqqoyiniyan be û peykerê peza mêşin be. Di klamên dengbêjan de gelek caran navê Anêrê derbas dibe. Niha ji 100î kêmtir malbat mane li Anêrê. Beriya Terteleya Hayan (Ermeniyan, Filehan) çend malbatên Filehan li vir jiyane. Anêr di Serhildana Şêx Seîd de bûye yek ji baregehên têkoşînê. Dîsa di têkoşîna bin serkêşiya PKKê de gelek şehîd daye. Wekî Seyîdxanê Bavê Baran (Seyithan Durmuş), Serdar Akhan, Saîm Aslan, Ceyhan Çaglayan, Cîhan Fîlîz,Tuncay Çaglayan, Nîhat Ballikaya, Şervan Varto (Önder Aslan) û gelekên din.

Di salên 90î de niştecihên vê gundê ji dewleta Tirk gelekî zilm û zordarî dîtine. Pirraniya avahiyên gund ji aliyê dewletê ve hatine rûxandin. Beriya 12ê îlona 1980ê (cûntaya leşkerî) gelekî şoreşgerên Kurd ji vê gundê derketine. Dûgela Tirk gundê Anêrê kiriye nav lîsteya gundên bitalûke. Gelekan ji ber pêkutiyên dûgela Tirk koçber kirine bajarên Tirkiyeyê û Ewropa.

Anêr gundekî nûjen, welatparêz û taybet e. Kurmanc û kirmanc (dimilî, zaza), elewî û sunî bi hev re di gundekî de di nava biratî û aştiyê de dijîn. Ji hev dizewicin, keç didin hevûdu. Axa Anêrê ji bermahiyên volkanîk e. Gelek bermahiyên ji dema mediyan, ûrartûyan li derdorê gund hatine dîtin. Kes nizane Anêr kengî ava bûye lê ji bera Elî Axa, Dirbo, lawê wî Cindî, lawê wî Sertîf desthilatî kirine. Bera Elî Axa parçeyek ji Eşîra Cibiran e, di dema osmaniyan û di avabûna komara Tirkiyê de herdem welatparêz bûye û li dijî wan şer kiriye. Seîdê Nado, Xalit Begê Cibirî hwd lehengê kurdên Serhedê ne. Li ser wan gelekî stran hene.

Erdnîgarî biguhêre

40 km ji Gimgimê dûr dikeve. Li ber Kela Anêrê di navbera Newala Xanimê û Ava Serê Newalê de ava bûye. Bi qasê ku ji nîşaneyên şikeftên li Kela Anêrê xûya dike zemanê berê demeke pir û pir dirêj warê jiyanê bûye. Berê ji ber erdheja 1966an û pişt re bi gelek sedemên din li aliyê rojhilat ve ber bi Serê Xaça;li aliyê başûr ve ber bi Girê Firaqa û Kaniya Çeleng û li aliyê rojava ve ber bi Gola Tapran fireh û mezin bûye. Ji ber ku xwe spartiye Kela Anêrê tixûbê nava gund bi xeteke xwezayî hatiye sînorkirin. Lê belê tixûbê gund weke bergeh û mêrg û zevî li aliyê bakurê gund ber bi dîharê Kela Anêrê berfireh dibe. Di nava gund de deverên bilind Serê Mêşe û Girê Mozirganê ne. Ji van her du deverên bilind li aliyê rojhilat ve Çiyayê Bilîcanê û Çiyayê Sîpanê;li aliyê rojava ve Çiyayê Şerefdînê bi carek tên dîtin. Herçî aliyê başûr seranser Xandirîs e û Çiyayê Mîrhesen bi lûtkeya xwe ya tûj û tîk li vê hêlê weke awêneyeke xwezayê ye û li ber çav e. Li derdora gund mêrg û zeviyên bi xêr û bêr;bergeh û şaviyên têr av ji bo debara şêniyan û tariş hêjayê pesindayînê ne. Ji Girê Mozirganê di nav bêhna anixê û bayekî hênik de temaşekirina der û dor - jê nemînin- kêfeke xweş e. Anêr bi avê kaniyan û çemên xwe gundekî navdar e. Çemên gund ji aliyê Serê Mêşe ve Ava Çavkaniyan û Ava Newala Xanimê û ji bakurê rojhilatê gund ve Ava Serê Newalê li binê gund dibin yek di Newala Aş re diherikin ser Çemê Mûradê. Rêya navbera Gimgim û Kopê di binê gund re derbas dibe. Newala ku Çemê Mûradê tê de diherike ji devera Pira Evrihmanpaşa ta Kortê wekî Birreka Anêrê tê nasîn. Lê heyf û mixabîn ev newal di serê havîna 2020an de newqê bendavê bû. Gundên cîran, Dêrik a Anêrê, Şîp, Viranj, Qereko, Qerepûngal û Spehiyan (Îspeyan) in.

Avhewa biguhêre

Wargehên Balkêş biguhêre

  • Şikefta Resûl
  • Qulka Ferfûriyê, Qulka Cafo, Qulka Dêlegurê, Qulka Xezalê, Qulkên Rêzê
  • Kevirê Ka, Newala Xanimê, Serê Newalê, Pişta Kaş, Newala Aş
  • Kaniya Kelê, Kaniya Gezo, Kanîsark, Kaniya Malo, Kaniya Mixê, Kaniya Şekirê û Kaniya Çeleng

Navdarên Anêrê biguhêre

Gelhenasî biguhêre

Sal Gelhe[2]
2010 264
2008 271[3]
2000 237
1990 418
1985 563

Çavkanî biguhêre

  1. ^ tuik, 2010[girêdan daimî miriye]
  2. ^ Yerelnet, Değerli, ji orîjînalê di 6 nîsan 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 23 gulan 2011
  3. ^ tuik, 2008[girêdan daimî miriye]

Girêdanên derve biguhêre