Şirîta Xezeyê

(Ji Xeza hat beralîkirin)

Şirîta Xezeyê (bi erebî: قطاع غزّة‎, lat. Qite Xezza; bi îbranî: רצועת עזה‎) herêmek e li beravên rohilatê Deryaya Navîn navbera Deryaya Navîn, Îsraîl û Misirê de ye. Navenda wê herêmê bajarê Xaze ye.

Şirîta Xezeyê
Occupied territory û eksklav Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Ala
Şirîta Xezeyê li ser nexşeyê
Map
Şirîta Xezeyê li ser nexşeya Filistîn nîşan dide
Şirîta Xezeyê
Şirîta Xezeyê
Koordînat: 31°27′Bk 34°24′Rh / 31.450°Bk 34.400°Rh / 31.450; 34.400
ParzemînAsya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletDewleta Filistînê, United Arab Republic, Israeli-occupied territories, Palestinian National Authority, occupation of the Gaza Strip by the United Arab Republic Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Paytext
Dema avabûnê1949 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rêvebir
 • ŞaredarMahmoud Abbas, Ismail Haniyeh Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rûerd
 • Giştî
  • 365 km² Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
2.098.389 (2023) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dem
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Şirîta Xazeyê

Ewê bi Urduna Rojava ve bi Herêma Otonom a Filistînê ve girêda ye. Lê ew ji 2007an û vir ve ji hêla Hamas ve tê kontrolkirin. Der ve jî ji hêla Misir û Îsraîlê ve di bin ablûqayê de ye.

Erdnîgarî biguhêre

Herêma Şirîta Xazeyê bi piranî ji çol û beyaran pêk tê. Tenê 14% ji herêmê bo çandê tê bikaranîn. Dirêjiya herêmê nêzî 40 km, firehiya xwe jî nêvberê 6-14 km de diguhêre û pîvanê xwe jî dorê 360 km² ye. Dera xweya herî bilind 105 metre ji sewiyeyê deryayê bilindtir e. Li xazeyê bêhtir li herêmê bajarên Xan Yûnis, Deyr el-Beleh, Refeh, Beyt Lahiya û Cebaliya hene.

Dîrok biguhêre

Di sedsala 12an b.z. şunda filistiyan Xaze ji Misirê standin û li bajêr bûne xwedan hikum. Di sedsala 8an b.z. şunda jî bajar dest gelek hikumdariyan de çû hat. Geh dewletên Misir geh jî ên Mezopotamya û Sûrî lê serwerî ajotin. Îskenderê Mezin pê rapêçaneke sê mehan re bajar dest xwe xist. Li Îskender şunda jî Selekudan li bajêr hikum ajot. Di sedsala 1ê b.z. de bajar hat hilweşandin û di sedsala 1ê de ji hêla romayiyan şunda hat avakirin. Bajarê Xezeyê ji romayî û bîzansiyan şunda, pê Cenga Yermûkê di sala 636an re, ji hêla Ereban ve hat destxwexistin.

Di sedsala 11an de ew kete destên xaçperêzên ji ewropayê de hatibûnî. Pê dorê 70ê salî dest xristiyanên ewropî de ma ve, ji hêla Selahedîn Eyûbî hat feh kirin. Ji Eyûbiyan şunda Memlûkan û Osmaniyan li hikum ajot û pê şerê cîhanî yê yekemîn re bi dest Împaratoriya Brîtanyayê ket. Ji Împaratoriya Brîtanyayê şunda, pê dazanîna serxwebûna Îsraîlê di sala 1948'an de heta sala 1967'an, şerê şeş rojan Şirîta Xazeyê ji hêla Misirê ve hat karger kirin. Di wê navberê de, di sala 1956'an di krîza Suweyşê de ew demeke kete dest Îsraîlê. Ji salal 1994an virve Misirê û Îsraîlê jê vekişiyane û ji Herêma Otonom a Filistînê re berdane. Di sala 2005'an de jî Îsraîl bi temamî ji Xazeyê vekişiya. Lê ji pê re Hamas û El-Fetîh boyî otorîteyê xwe bi hev qebûl kirin bidin bi hev ketin. Ji pê cengên nêvxweyên bixwûnî re, di pûşbera sala 2007an de Hamasê kontrola bajêr û herêmê helgirt. Di wan deman de Hamasê dazanîna Mehmûd Ebbasê hikûmeta nû nas nekir û ji wê virve di bin kargeriya Hamasê de ye.

Ji dawiyê sala 2007an de êrîşên nêvbera Hamas û Îsraîlê her ku çû girantir bûn û Xaze him ji hêla Misir him jî ji hêla Îsraîlê têye dewisandin. Him Îsraîl him jî Misirê nêvbera Şirîta Xezê û sînorên xwe de dîwaran bilind dikeye. Di 27ê berfenbara 2008an de bajarê Xazeyê ji hêla balafirên F-16 hatin bombebaran kirin û ser 300 kesî re hatin kuştin.

Çavkanî biguhêre