Xamûr

(Ji Xemûr hat beralîkirin)

Xamûr an Xêmûr an jî He(a)waran, an jî xanwêran (bi tirkî: Hamur) yek ji navçeyên Agiriyê ye. 12 km li başûrê Agiriyê dikeve. Rûber 898 km², bilindahî ji rûye avê 1.675 m ye. Aborî li ser xwedîkirina ajalan û çandiniyê ye. Li herêmê gelek madenên binerdî hene û ji aliyê fîrmayên dûgela Tirk ve tên bikaranîn. Mixabin ji vê dewlemendiyê gelê herêmê sûd wernagire. Gelê herêmê xizan e. Gel ji xeynî karmendên KT, bi tevahî ji kurdan pêk tê. Dîroka herêmê ji ya Kurdistanê ne cudatir e.

Navçeya Xamûrê
Hamur
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Agirî (parêzgeh)
Serbajar Xamûr
Qeymeqam Murat Karasu

Hejmara bajarokan 1 bajarok
Hejmara gundan 46 gund

Gelhe (2020) 19.975[1] kes
Rûerd 898[2] km2
Berbelavî 25,5 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2020) 3.307 kes
Koordînat 39°36′36″Bk 42°59′26″Rh / 39.61000°Bk 42.99056°Rh / 39.61000; 42.99056
Bilindayî 1675 m
Koda postayê 04850
Koda telefonê (+90) 472
Xamûr li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Xamûr
Xamûr
Xamûr (Tirkiye)

Dengbêja navdar Gula File ango Gulê keça keşîşê Xamûrê li vî navçeyê bû. Gulê û Evdalê Zeynikê li vê derê ji hevudu re kilam gotin.

Wargehên turîstîk ên navçeyê biguhêre

Çavkanî biguhêre