Kela Şoşikê navê xwe li gundê Şoşikê yê li ser navçeya Xamûrê hildide. Ev kele li fêza gund, li ser paleka mezin e. Ew kela xwediyê dîrokeke zef kevn e. Ewliya Çelebî di pirtûka xwe de wiha dibê: "Ew avahî ya Kela Şoşikê ya Siltan Hesenê kurê Ziyaedîn e. Li ser zinarekî bilind e û keleyeka çargoşe ye."