Xaşîla gûlikê xwarineke ji gûlikê ye. Cureyek xaşîlê ya pêjgeha kurd e. Pirranî biharê tê xwarin, lewra gûlik biharê hêşîn dibe, temenê wê gelek kurt e, paşê qert dibe, nayê xwarin.

Ji gûlikê gelek xwarin tên çêkirin. Bi belekiyên berfê re, gûlik jî gupik vedidin, di nava 15-20 rojan de gûlik tê berhevkirin.

"Temenê te bi temenê gûlikê be" biguhêre

Di wêjeya devkî de, heger yek ji yekê re nifiran bike dibêje "temenê te bi temenê gûlikê be, emrê te bi emrê gûlikê be". Lewra gûlik zû qert dibe, paşê nêrî dide, êdî nayê xwarin.

Ev xwarin pirranî li Serhed, Xerzan û li aliyê Sêwas û Dêrsimê tê xwarin.

Berkeliya xaşîleya gûlikê biguhêre

Ev terîfe li gundekî Kopê hatiye tomarkirin, dibe ku hin varyasyonên din jî hebin.

  • Gûlika teze, ya ne qert bûye
  • Rûnê nivîşkî
  • Savar
  • Li ser daxwazê biharbêhn (biharat) û ava lîmonê
  • Xwê (kesên parêzê de ne, parêzê digirin bila bêî xwêyê be yan kêm xwê)
  • Av

Çêkirin biguhêre

Gûlika xwe pakij bikin, baş bişon, hûr bikin. Bixin quşxaneyê heya hinekê hişkijî bû, terr bû bikelînin.

Savara xwe bikelînin û berdin quşxaneya gûlikê. Bi hev re bikelînin û bêî rawestan tevdin heya ava wê kişiya. Wekî xaşîlên din, nava wê kûr çal bikin (wekî bîrê), rûnê qijilandî berdinê. Êdî amade ye bo xwarinê.

Li hin deveran, goştê kelandî hûrik hûrik li ser binikên xwarinê datînin, xaşîla gûlikê dikin ser û dixwin. Ango goşt jî tevlî dikin. Lê xaşîla gûlikê bêî goşt xweştir e.