Gûlik
Gûlika spî (Asphodelus albus)
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Riwek
Parçe: Magnoliophyta (Riwekên kulîlkdar)
Çîn: Liliopsida
Kom: Asparagales
Famîle: Xanthorrhoeaceae
Binefamîle: Asphodelaceae
Cins: Asphodelus L.

Gûlik (Asphodelus) navê riwek û pincarek e ji malbata riwekan a bi navê Asphodeloideae. Gelek cureyên wê hene. Li Kurdistanê biharê tên berhevkirin û xwarin.

Riwekeke xwezayî ye. Nêriyên wê, ajên wê ji bejna mirov bilindtir dibin. Pelên wê dirêj in. Zarok wekî balonan pifî hundirê pelên wê dikin, pê dilîzin. Li çiya û zozanên bilind dijîn. Bo mînak li Çiyayê Şerevdînê, Kopîl, Çiyayê Bîngolê, zozanên bilind ên Gurgum, Sêwas, Ezirgan, Erzîromê û gelek cihan hêşîn dibe.

Ji Hindistanê heya peravên Deryaya Navîn, li cihên bilind tên dîtin. Cureyê vê riwekê yê li Kurdistanê heye, niha di bin xetereya tunebûnê de ye.

Ji koka wê melhem û zelîqokê çêdikin biguhêre

Ji ber ku ji kokên wê melhem û zelîqok tên çêkirin, hin fîrmayên romiyan (tirk) li Kurdistanê vî karî dikin, bêî kontrol kokan dertînin, ev jî dibe sedem ku niha li Kurdistanê gûlik ketiye koma riwekên hebûna wan di xetereyê de ne. Li herêma Serhedê saziyên dewletê jî wextekê ev kar dikirin. Xwezaya Bakurê Kurdistanê gelek hatiye guhertin û tehrîbkirin.

Ji koka gûlikê melhem bo girê (girgirtin, gurîbûn) û derman bo nexweşiya frengiyê tê çêkirin.

Cureyên wê biguhêre

16 cureyên gûlikê hatine tomarkirin. Ev 16 cure di bin 5 binekomê de tên rêzkirin. Cureyê li Kurdistanê kîjan e, nayê zanîn, lewra kurdan bi xwe xebatên zanistî li ser xwezaya welatê xwe nekirine. Dibe ku Asphodelus tenuifolius be.

Binekoma Asphodelus

Binekoma Verineopsis

Binekoma Verinea

  • Asphodelus ayardii Jahand. & Maire (rojavayê Deryaya Navîn)
  • Gûlika badokî (Asphodelus fistulosus L.) (Deryaya Navîn, li gelek parzemînan ev cure belav bûye)
  • Asphodelus tenuifolius Cav. (peravên Deryaya Navîn û saharayên bakurê Afrîkayê, başûrê Spanya, Yewnanistan, Asya heya Hindistanê, birine Awistraliyayê jî)

Binekoma Clausonia

Binekoma Plagiasphodelus

Çavkanî biguhêre

  • Jelitto/Schacht/Simon: Die Freilandschmuckstauden, Verlag Eugen Ulmer & Co., 5. Auflage 2002, ISBN 3-8001-3265-6 (bi almanî ye)