Wezîrê Cebarê Nadirî

Wezîrê Cebarê Nadirî 10ê gulanê, sala 1911an li gundê Boralanê, welatê Romê, di maleke kurdan ya koçer da ji diya xwe bûye.

Wezîrê Cebarê Nadirî
biguhêreBelge

Hela sê salên Wezîrê biçûk temam ne bûbûn, bavê wî – Cebar wefat dike. Dû mirina malxwêyê malê ra, halê kulfetên wî zef çetin dibe. Nûra diya Wezîr di malên dewlemendan da berdestî bû, birayên wî – Salih û Ûsiv berxvantî dikirin. Lê Şero hela biçûk bû.

Diya Wezîr – Nûrê, jineke gelekî bi aqil û mêrane bû. Ew dibîne, ku mêla kurê wê – Wezîr, li ser xwendinê gelek e, ji bo vê jî ew her tiştî dike, ku kurê wê di hucira, ango dibistana ruhaniyê da bixûne.

Dû gelek dijwariyan ra Nûrê digihîje mirazê xwe. Wezîr di hucrê da tê qebûlkirin. Di hucra gund da xênji dersên ruhaniyê, dersên zimanên tirkî û farisî jî derbaz dibûn. Hema sala xwendinê ya pêşin da Wezîr di nava temamiya şagirtên dersxanê da aliyê xwendinê da ciyê pêşin digire û komekê dide zarê hevalê xwe.

Dû dersan ra Wezîr gelek kitêbên wêjeyê dixwend. Evê yekê zanebûnê wî diha didane dewlemendkirinê û huba wî ber bi xwendinê zêdetir dikir. Ewî hela ji wî çaxî da dest bi nivîsara helbestan kir.

Sala 1926an 1700 malê eşîrên kurdan yên Birûkan, Şewlikan, Beşkan, Banokan û yê mayîn ji destê zilma Romê revîyane Yekîtiya Sovyet. Di nava wan mihaciran da neferên mala Cebar jî hebûn. Li vî welatê azad ber kulfetên Cebêr dergehên xwendinê û pêşdaçûyînê vebûn.

Wezîr sala 1928an di dibistana gundê Sêderekê da dikeve dersxaneya 10an, ku li navçeya Naxçiwanê da bû. Ew wê dibistanê sala 1929an bi qîmetên pir baş va xilaz dike û hema di wê salê da di dibistana mentîqa Şewlikan da dibe mamosteyê zimanê kurdî. Wezîr bi xebata xwe ya baş dibe hizkiriyê civaka kurd ya gund. Paşê ew heta sala 1933an wek serwêrê wê mektebê kar dike. Sala 1933an, payîzê Wezîrê Nadirî tê Ermenistanê û li zanîstgeha Rewanê ya kurda da derbazî ser kar dibe wek dersdarê zimanê kurdî. Ew bona zanebûnên xwe yên pir û xeysetê xwe yê milahîm dibe hizkiriyê mamoste û xwendekarên xwendinxaneyê. Wezîrê Nadirî sala 1935an dikeve Enstîtûya pêdagogiyê ya ermenî û enstîtuya pêdagogiyê ya rûsî û wan herdu enstîtuyên Rewanê sala 1939an xilaz dike.

Di sala xwendinê ya 1939-1940î da li Zanîngeha Rewanê ya dewletê dibe mamosteyê zimanê farisî. Wan salan ew dikeve aspîrantûrayê. Bi serkariya zimannasê eyan – Hraçya Açaryan ew dîsêrtasyonê dinivîse û kuta dike. Hindik dimîne, ku Wezîr bibe doktor, lê heyf, ku 26ê meha sermawez sala 1946an qedak (qezak) tê serê wî û ew wefat dike. Tirba wî niha li goristana bajarê Rewanê yê Toxmax Golê da ye, li roava goristana dewletê.

Wezîrê Cebar Nadirî nivîskarekî kurdên Sovyetê yê bi nav û denge. Raste, temenê (jîyana) wî kurt bû, lê bi qewimandinên berbiçav û qîmetlî va dewlemend bû. Ewî temamiya jîyana xwe pêşkêşî wetenê xwe yê Sovêtiyê û xebata çand û wêjeya kurdan kir. Wezîrê Nadirî di nava wêjeya kurdê Sovêtiyê da eyan e wek helbestvan, prozaîk, dramatûrg. Ji sala 1933an destpêkirî helbest û nivîsarê wî yên din di rojnameya kurdî Rya Teze û Sovêt Êrmenistani da, ku bi azirî bû, hatine weşandin. Sala 1935an ji aliyê Neşireta Hikûmeta Ermenîstanê da berevoka wî ya bi nav û deng “Nûbar” çap bû. Peyra pîêsa wî ya eyan, di nava wêjeya me da ya pêşin — “Reva jinê” ronahî dît.

Nivîsarêd Wezîrê Nadirî ji aliyê civaka kurd da bilind hatine qîmetkirinê, ji ber ku ewî zef zelal, bi zimanê civaka derheqa emirê wan yê berê û wedê niha da nivîsîye. Di wan nivîsaran da herdu emir himberî hev dibin û elbê ra mîna roya şemaldar emirê niha yê bextewar tê kivşê. Sala 1947an kitêba wî ya “Zimannama kurmancî” tê neşirkirinê. Bi vê yekê va Wezîr îdî bû zimannasekî berbiçev.

Wezîrê Nadirî wextê şerê Weteniyê yê Mezin qulixî civaka Sovêtiyê kirîye û bi mêrkîmî tevî civaka Sovêtiyê ya pirmîlyon Weten xwey kirîye. Ewî di salên şêr da gelek helbest û destanên qîmetlî nivîsîne, wek destana wî ya bi nav û deng “Nado û Gulîzer”. Ew di nava wê destana xwe da dide xuyakirin, ku çawa Nado û Gulîzera kurd tevî wekîlê miletê mayîn wetenê xwe bi mêrxasî xwey dikin. Ev destan îzbata hostatiya wî ya helbestvaniyê ye.

Wezîrê Nadirî di nava wêjeya kurdê Sovêtiyê da cîkî binavûdeng digire û bûye hizkiriyê xwendevanê kurd. Derheqa vê yekê da helbestvanê kurd Qaçaxê Mirad ha dinivîse:

Wezîrê Nadirî ji aliyê cimaeta kurd da ne tenê çawa nivîskar, lê wisa jî zanyar, dersbêj û hevalekî ezîz hatîye hizkirinê. Navê Wezîrê Nadirî wê hertim di bîra me da bimîne.

Çavkanî biguhêre

http://www.ruvr.ru/main.php?lng=kur&q=761&cid=11&p=09.04.2009[girêdan daimî miriye]