Werqanis

Gundekî Hawêla Sêrtê

Werqanis (bi tirkî: Kasımlı) gundekî bi ser navçeya Hawêla Sêrtê ve ye. Navê gund ji navê axê, ji Qasim axa tê. Derdor ji ber ku berê wekî warê Qasim hatiye zanîn, îxtîmaleke mezin e ku navê gund jî ji vê pêk hatiye. Li gorî gotinan Feqiyê Teyran li vê herêmê ku di dema xwe de di bin desthilatiya Mîrekiya Derzin (Zîrkan) bû, di medreseya gundê Werqanisê de mêvan bûye.

Werqanis
Kasımlı
Gundê Werqanis bi Çîyayê Sîserê, serê Sîser li pişt xûya dike
Werqanis li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Werqanis
Werqanis
Koordînat: 38°8′56″Bk 41°54′29″Rh / 38.14889°Bk 41.90806°Rh / 38.14889; 41.90806
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehSêrt
NavçeHawêl
NahiyeMinar
Bilindahî
1.300 m (4300 ft)
Nifûs
 (2011)
503[1]
Koda postayê
56460
Koda telefonê(+90) 484
Map
biguhêreBelge

Tirbeya (Merqeda) Sêx Mihemedê Xanîyê Reş li vî gûndêye. Sê taxên gûnd hene: taxa xarê, taxa jorê û taxa navîn. Niha exlebî, gelê pîr li gûnd manê û gelê ciwan li Stembolê cîh gîrtine. Herwiha, li sedema xapandina olî ku hevalîtî bi dewleta tirkre dike, xelkî Werqanis roj bi roj ji kurdîtîyê xa dur dikeve.

Gelhe biguhêre

Sal Gelhe[2]
2011 155
2000 398
1990 843
1985 907

Çavkanî biguhêre

  1. ^ tuik, 2011, ji orîjînalê di 29 çiriya paşîn 2014 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 28 kanûna pêşîn 2012
  2. ^ Yerelnet, Kasımlı, ji orîjînalê di 5 hezîran 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 28 kanûna pêşîn 2012

Girêdanên derve biguhêre