Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/5ê kanûna paşîn
Bûyer
- 1675 – Artêşa Fransayê li Kolmarê zora artêşa Brandenburgê bir.
- 1854 – Li San Franciscoyê keştiyek noqav bû. Di encamê de 300 kesî jiyana xwe ji dest da.
- 1909 – Dewleta Kolombiyayê serxwebûna Panamayê qebûl kir.
- 1974 – Li Antarktîkayê pileya germê ya herî bilind weke +59°F (+15°C) hate pîvandin.
- 1974 – Li paytexta Perûyê Lîmayê, di encama erdhejê de 6 kes mirin û li bi sedan xaniyan ziyan pêk hat.
- 1978 – Sendîkaya Sînemageran SINE-SEN li Tirkiyeyê hate damezirandin.
- 1995 – Rêveberê HADEPa Wêranşarê Fethi Yıldırım ji aliyê kontrayan ve hate kuştin.
- 2005 – Gerstêrka qambost a herî biçûk Erîs hate keşfkirin.
Jidayîkbûn
- 1846 – Rudolf Eucken, nivîskar û fîlozofê xwediyê Xelata Nobelê
- 1932 – Umberto Eco, zimanzan û nivîskarê îtalyan
- 1938 – Juan Carlos I, keyê Spanyayê
- 1957 – Şevger Hovik, nivîskar û stranbêjê kurd
Mirin
- 1939 – Amelia Earhart, firokevana amerîkan
- 1970 – Max Born, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê