Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/15ê tebaxê
< 14ê tebaxê | 16ê tebaxê > |
---|
Bûyer
- 1914 – Ji Kanala Panamayê keştiya ewil derbas bû.
- 1935 – Adolf Hitler zewaca di navbera cihû û almanan de qedexe kir.
- 1945 – Şerê Cîhanî yê Duyem: Japonya teslîm bû. Îşgala japonan ya Koreyê xilas bû. Li Koreya Bakur û Başûr ev roj wek Roja Xilasiyê tê pîrozkirin.
- 1947 – Hindistan serxwebûna xwe bi dest xist. Jawaharlal Nehru bû serokwezîra ewil yê Hindistanê.
- 1947 – Avakarê Pakistanê Muhammed Ali Cinnah, wek Waliya Giştî li Keraçiyê son xwar û dest bi wezîfeyê kir.
- 1960 – Komara Kongoyê serxwebûna xwe ya ji Fransayê îlan kir.
- 1973 – Şerê Viyetnamê: DYA, bombebarankirina Kambocayê sekinand.
- 1984 – Bi êrîşên li Şemzînan û Dihê tekoşîna çekdarî a PKKê dest pê kir. (bnr:15'ê gelawêja 1984'an)
- 2004 – Li Amedê kursa zimanê kurdî hate vekirin.
- 2007 – Li başûrê Kurdistanê, lî bajarokê Qahtaniya ku girêdayî navçeya Mûsilê Şengalê ye, êrîşa reşekujî (terorîstî) pêk hat. Di encamê de nêzîkî 500 kurdên êzîdî jiyana xwê ji dest dan. Hate tesbîtkirin ku di êrîşê dê du ton bombe hatiye teqandin.
Jidayikbûn
- 1769 – Napoleon Bonaparte, general împeratorê fransî
- 1892 – Louis de Broglie, fizîknasê fransi, xwediyê Xelata Nobelê
- 1933 – Stanley Milgram, psîkologek amerîkî
Mirin
- 1594 – Thomas Kyd, nivîskarekî lîstikên şano û dramê yê îngilîz
- 1936 – Grazia Deledda, nivîskar û helbestvana îtalî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1975 – Şêx Mucîburrehman, siyasetmedarê bangladeşî