Vasîlî Tredyakovskî

Helbestvan, wergêr, zimannasekî rûs

Vasîlî Kîrîlovîç Tredyakovskî (bi rûsî: Василий Кириллович Тредиаковский (Тредьяковский), Vasily Kirillovich Trediakovsky) di sala 1703'an de li Astraxanê di malbateke halxweş de hate dinyayê. Piçûktiya xwe de diçe medreseyê û pişt re jî diçe Fransayê ji bona ku xwendina xwe ya bilind li zanîngeha Sorbonê, bike. Sala 1730 de vedigere Rûsyayê. Di sala 1769'an de li Sankt Petersburgê miriye.

Vasîlî Tredyakovskî (1703-1769)

Berhemên wî biguhêre

Pirtûka bi navê Voyage de l'isle d'amour dinivîse û çap dike. Ev pirtûk ji du beşan pêk tê: beşa yekem ji wergera berhema nivîskarê firansî Paul Tallemant e û ya diduyan jî ji helbest devkî û yên evînê pêk tê.

Tredyakovskî ev berhem bi zimanên rûsî, fransî û latînî nivîstiye. Tredyakovskî yekemîn zaneyê rûs e ku bi pir zimanan dinivîse.

Sedemên serkeftina wî biguhêre

  • Edî jin ne wek objeyeke şeytanî, lê belê wek objeyeke evînê tê dîtin û wateya evînê jî nema guneh e.
  • Ew yekem kes e ku reforma zimanê rusî pêk tîne. Ew dibêje ku zimanê rûsî zêde qaba, zêde zanistî ûzede jî ber bi zimanên germen ve diçe.

Bikaranîna zimanê slavonî biguhêre

Ew di pêşgotina xwe de sedema kêm bikaranîna zimanê slavonî vedibêje:

  • Slavonî zimanê dêrê ye û pirtûka wî behsa cîhaneke welatî dike.
  • Slavonî zimanekî tarî ye û bi zimanekî tarî mirov nikarê evînê bîne ziman û bi herkesî bide femkirin.
  • Dengên slavonî li guhên meriv xweş nayê.

Armanca wî ew e ku kovara pêşverû xurtir bike, ji bona avakirina Rusyayeke xurtir.