Trablûs
Trablûs (bi erebî: طرابلس الغربية, lat. Tarabûlûs el-xarbîyye "trablûsa rojavayî" an طرابلس, Tarabûlûs), paytext û bajarê herî mezin ê Lîbyayê ye ku li gorî daneyên sala 2019an nifûsa bajêr nêzî 1.18 milyon kes e. Bajêr li bakurê rojavayê Lîbyayê li qiraxa çolê ye û li ser xala erdek kevirî hatiye avakirin ku ber bi Deryaya Navîn ve diçe.
Trablûs
| |
---|---|
| |
طرابلس | |
Trablûs li ser nexşeyê | |
Koordînat: 32°52′30.68″Bk 13°11′14.86″Rh / 32.8751889°Bk 13.1874611°Rh | |
Dewlet | Lîbya |
Paytexta |
|
Dema avabûnê | Sedsala 7an b.z. |
Damezrîner | Fînîkya |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 3127 km2 (1207 sq mi) |
Bilindahî | 81 m (266 ft) |
Nifûs | 1.293.016 (2020) |
Dem | |
Koda telefonê | 21 |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Trablûs malavaniya Bendera Trablusê dike ku navenda bazirganî û hilberîna herî mezin a Lîbyayê ye. Di heman demê Zanîngeha Trablusê jî li bajêr e. Baregeha berfireh a Bab el-Azizia, ku sîteya berê ya malbata Muemer Qedafî tê de ye li bajêr e. Qedafî bi giranî welat li vê baregehê birêve dibir.
Trablus berî ku bikeve destên serwerên yewnanî yên cyrenaica wekî Oea (bi yewnanî:Ὀία, Oía), di sedsala 7an a berî zayînê de ji aliyê fenîkiyan ve hatiye avakirin ku navê Lîbîko-Berberî Oyat (fenîkî:𐤅𐤉𐤏𐤕, Wyʿt) li bajar danîne. Ji ber dîroka dirêj a bajêr, li Trablusê gelek cihên girîng ên arkeolojîk hene.
Erdnîgarî
biguhêreTrablûs li rojavayê Lîbyayê li nêzîkî sînorê Tûnisê, li parzemîna Afrîkayê hatiye avakirin. Bajêr zêdetirî hezar kîlomêtre dûrî bajarê Bingazî yê ye ku Bi gazî duyemîn bajarê herî mezin ê Lîbyayê. Bajar bi qasî 70 kîlometreyan li bakurê Çiyayên Nafusa ye ku çavkaniya çemên demsalî yên wekî Wadi Al-Mjeneen e.