Mehmet Kemal Işık

(Ji Torî (nivîskar) hat beralîkirin)

Mehmet Kemal Işık an jî Torî (jdb. 1931 li Midyad - m. 17ê tişrîn/çiriya pêşiya 2010an Stembol) nivîskarekî kurd bû. Torî, li herêma Torê, li bajarê Midyadê, ji dayikeke diyarbekirî û bavekî midyadî di sala 1931ê de hatiye dinyayê. Li dibistana "Dicle Köy Enstitüsü" (Erxanî) mamosteyî xwend.

Mehmet Kemal Işık
Jidayikbûn1931 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirinçiriya pêşîn 2010 (78–79 salî)
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Di sala 1985an de kitêba wî ya kurteçîrokan bi navê "Qolinç" li Stokholmê hate weşandin. Paşê bi navê "Sîlan" kitêbeke din ya kurteçîrokan û bi navê "Mendik" romanek nivîsand û da weşandin. Torî di wextekî navbir de bi nivîsandina kurteçîrokan û bi kitêbên tarîxî re mijûl bû. Wî di vî warî de 18 kitêb nivîsandin. Di heman wextî de jî ew ferhengeke kurdî-tirkî ya bi 12.800 peyvî nivîsandiye.[1]

Toriyê ku hê jî di nav çalakiya nivîsandina kitêbên dîrokî de ye, di 17ê tişrîn/çiriya pêşiya 2010an de li Stembolê mir.

Kitêbên wî yên kurmancî biguhêre

  • Qolinç - (kurteçîrok, Komal Basım, 95 rûpel, 1985 yan 1992)[2][3]
  • Şîlan (kurteçîrok, 1990)[4]
  • Rêziman - (1990)[4]
  • Destpêka xwendin û nivîsandina kurdî (111 rûpel, 1992)[2]
  • Ferheng Kurdî-Tirkî, Türkçe-Kürtçe - çapa 1ê: (weşanxana Koral, 496 rûpel, 1992)[5]
  • Alfabeya Kurdî - (1992)[4]
  • Ferheng Kurdî-Tirkî, Türkçe-Kürtçe - çapa 2a: (Weşanên Berfîn, 615 rûpel, 1999)[6]
  • Ferheng Kurdî-Tirkî, Türkçe-Kürtçe - çapa 3a (Weşanên Berfîn, 832 rûpel, 2004)[7]
  • Mendik - çapa 1ê (roman, Weşanên Berfîn, 195 rûpel, 2002)[8][9][4]
  • Mendik - çapa 2a (roman, Weşanên Berfîn, 421 rûpel)[10](çavkanî divê were kontrolkirin, ji ber ku sala ku tê şanîkirin 2000 e, lê çapa pêşî di sala 2002a de derketiye)

Girêdanên derve biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 21 çiriya paşîn 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 25 kanûna pêşîn 2016.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  2. ^ a b "Torî - Deichman.no".
  3. ^ "Qolinç - Torî - 1000Kitap".
  4. ^ a b c d "Di Dîroknasiya Kurdan De Emrekî Dîrokî: APÊ TORÎ". ÇandName. 14 nîsan 2022. Roja gihiştinê 12 îlon 2023.
  5. ^ "Open Library, li ser "Ferheng"".
  6. ^ "Google Books, li ser kitêba "Ferheng"".
  7. ^ "Nadirkitap, li ser "Ferheng"".
  8. ^ "Romanên Kurdî".
  9. ^ "Amazon.com: Mendik".
  10. ^ "Dante kitabevi".