The Independent
Rojnameyeke rojane ya serxet(onlayn) a brîtanî
The Independent navê rojnameyeke navdar a Brîtanyayê ye. Yek ji çar rojnameyên mezin ên Keyaniya Yekbûyî ye.
ISSN | ISSN 1741-9743 |
---|
Navenda wê li taxa Canary Wharf a Londonê ye. Di sala 1986'î de bingeha wê hatiye avêtin û gorî rojnamegeriya îngîlîzan, rojnameyeke gelek ciwantemenî ye. Yekemîn çapa wê di 7'ê kewçêrê 1986'î de hatiye weşandin.
Rojname rojane derdikeve û tîraja wê li dora 250.000 e. Ji aliyê fîrmaya medyayê, Independent News & Media ve tê derxistin. Dawiya hefteyê bi navê Independent on Sunday kovarekê diweşîne.
Rojname xwedî nêrîneke plûral e. Ji olperweran, lîberalan heya sosyalîstan xwendevanên wê hene.