Tales
Tu dikarî vê gotarê ji gotara wekhev a frensî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|
Tales an jî Talesê Mîletosî (bi yewnaniya kevn: Θαλῆς ὁ Μιλήσιος; bi latînî: Thales) , li dor 624 BZ – li dor 546 BZ), stêrnas, matematîknas û siyasetmedarê yewnanî di salên BZ 624-550 jiyaye.
Tales | |
---|---|
![]() | |
Navê rastî | |
Jidayikbûn |
c. 625 b.z. ![]() |
Mirin |
540s b.z. ![]() Miletus ![]() |
Sedema mirinê |
Heat stroke ![]() |
Pîşe | |
Dê û bav | |
biguherîne - Wîkîdaneyê biguherîne![]() |
Li gor gotina Herodot, taybetiyên Tales pir bûn. Ew siyasetmedarê dewletê, endazyar û zanyarê şaristaniyê bû. Beşek ji jiyana xwe li Misirê derbas kiriye û ji misiriyan fehm kiriye ku bingeha her tiştî av e. Yekemîn geometrîvanê yewnanan e. Wî siya pîramîdan pîvaye, ji bona ku bilindiya wan derxê holê. ji bona ku dûrbûna keştiyan ji qiraxê bi pîve, wî hinek rêbazên geometriyê bi pêşve birine. Li gor Tales bejî, li ser avê avjeniyê dike. Teoriya yekem wî li ser sedemên erdhejê çêkiriye. Tales dibêje ku lepta erdê weke ya keştiyeke li ser avê ye. Ji loma erdhej çêdibin. Li gor wî, her tiştê li ser rûyê erdê xwedî can e û cîhan bi xwedayan tijî ye. Hewl daye kêşa (elekron) ya miqnatîsê û emberê şîrove bike.