Tesalonîkî
Teselonîkî (bi yewnanî: Θεσσαλονίκη Thessaloníki), bajêrê mezin yê duyê û paytextê devera Makedonya ya Yewnanê e. Ji Tesalonîkiyê re dibêjin 'symprotevousa' anko tevpaytext, ji ber dîroka dirêja wê û giringî ya stratejîk û aborî ye wê. Bi awayekê gelek fermîtir ji Tesalonîkiyê re dibêjin Paytextê Karûbarên Kultûrî. Tesalonîkiyê 13 şehredarî hene, û li gorî serjimêra 2001'ê, hijmara akinciyên wê 809,457 kes in. Tesalonîkî bajêrekê bibizav û jîntijî yê Yewnanê û yek ji pêvendgeh (hub)ên rojhilata Ewrûpayê e. Du zanîngeh li vî bajêrî hene û hijmareka mezin ji akinciyên bajêrî xwîndinkarên zanîngehan in. Gelek kar û şûnwarên nijyarvanî (arkitekt) a Bîzantî û Osmanî yên dîrokî li vî bajêrî hene.
Tesalonîkî Θεσσαλονίκη (Thessaloniki) | |
![]() Tesalonîkî
| |
![]() | |
(Ala) | |
Damezrandin 315 bz | |
Kargêrî | |
---|---|
Welat | ![]() |
Herêma erdnigarî | Makedonyaya Navîn |
Parêzgeh | Tesalonîkî |
Şaredar | Yiannis Boutaris |
Demografî | |
Gelhe | 800.764 kes[1] (2007) |
Berbelavî | xxx kes/km² |
Erdnîgarî | |
Rûerd | 111,703 km² km² |
Koordînat | 40°38′21″Bk 22°56′40″Rh / 40.63917°Bk 22.94444°Rh |
Dem (UTC) | UTC+2 |
Agahiyên din | |
Koda postayê | 53xxx, 54xxx, 55xxx, 56xxx |
Koda telefonê | 231 |
Malper | www |
biguhêre ![]() |
Mustafa Kemal Atatürk li Tesalonîkiyê hat ser dinyayê.
DîrokBiguhêre
Çaxa Yewnanî anko HelênîBiguhêre
Li sala 315'ê berî bûna Îsayî, bi destê Kasanderê şayê Makedonê li ser cihê bajêrê kevnê Termayê û gundên derdora wê hat avakirin. Wî navê bajêrî ji ber navê jina xwe (Tesalonik a kîja Eskenderê Makedonî) kir Selanik. Eskenderê Mezin jî navê kîja (keça) xwe ji ber serkevtina xwe bi ser gelê Tesalînî hilbijart bû. Ev bajêr gelek zû mezin bû û mîna hemî bajêrên dî yên Makedonî yên wî çaxî perlenana xwe û nîv-xwe-serîyek hebû.
Çaxa RomanîBiguhêre
Piştî herifyana Emperatoriya Makedonê li sala 168'ê berî bûna Îsayî, Tesalonîkî kevt bin destê Komara Romê.
Çaxa BîzantîBiguhêre
Dema Emperatoriya Romê dabêşî du parên rojavayî û rojhilatî bû, Selanik kevt bin destê Emperatoriya Romê a Rojhilatî anko Bîzansê.
Çaxa OsmaniyanBiguhêre
Dema Emperatoriya Bîzansê nikarebû Tesalonîkiyê ji êrîşên Osmaniyan biparêzit, bajêr firot Vênîziyan. Venîzî jî li beranberî Osmaniyan şkestin û Tesalonîkî piştî 3 rojên dorgirtinê li 29'ê Adara 1430'ê kevt bin destê Sultan Muradê Duyê.
Çaxa NûBiguhêre
Li roja 26'ê Çiriya Pêşîna sala 1912'ê, piştî şerê Balkanê yê Yekê ji destê Osmaniyan rizgar bû û gehişt Yewnanê.
ÇavkanîBiguhêre
- ↑ https://books.google.com/books?id=gMcyAgAAQBAJ&pg=PA33&dq=thessaloniki+population+metropolitan&hl=en&sa=X&ved=0CEUQ6AEwBmoVChMIg8aI-5flxwIVQlgsCh0GowGx#v=onepage&q=thessaloniki%20population%20metropolitan&f=false
- ↑ Thessaloniki and the Bulgarians.History. Memory. Present. https://www.solunbg.org/en/
Girêdanên derveBiguhêre
Li Wikimedia Commons medyayên di warê Tesalonîkî de hene