Teleferîk
Teleferîk, bendbana jor, ji ambûr û sazûmaniya ku li ser bendên ji rûyê erdê berjortir in, veguhastinê dike re tê gotin. Di nava du cihên kivşekirî de, li jor, ser bendan veguhastin e. Bo veguhastina rewî yan baran e. Li cihên ku rê pê nakevin an çêkirina riyan dijwar, ne gengaz an biha ne tên sazkirin.
Formên din ên bendbanan
biguhêre- Bendbanên sererdê
- Bendbanên binerdê
Gelek mînakên wê yên kompleks hene. Pirranî li ser çeman, di nava du giran de tên sazkirin. Li cihên kaşûnbazî tê kirin, kaşûnbaz bi wê hildikişin jorê. Cureyên wê yên bi bendê ve tên daleqandin jî hene, yên li ser bendê yan xeta lajwerdî kaşdibin jî.
Bi yek an çen bendan tên sazkirin. Pirranî ji bendên hesinî ne. Li berbesiyan (madenên binerdî) jî bendban tên bikaranîn. Ji wan re bendbanên jêr an bendbanên sererdê gotin ne şaş.
Teleferîka herî dirêj li Swêdê, li bajarê Norsjö ye, di nava Örträsk û Mensträskê de vaguhastinê dike. Sala 1942 hatiye çêkirin û 13.2 km dirêj e. Rêwîtiya wê 1.5 katjimêrî didome. Li Almanya, Swîsre, Çîn, Tirkiye, Norwêc û gelek welatan teleferîk hene.
Cureyên bendbanên nûjen
biguhêre- Bendbanên gondolî, bendbanên li ser totan (çerxeyên kadî) kaş dibin (almanî Pandelbahn)
- Bendbanên bendkaş, kabîna bar û rêwiyan na lê bend digere û kabînan kaş dike.
- Bendbanên yekbendî
- Bendbanên pirrbendî
- Funitel
- Funifor
- Bendbanên tên ajotin
- Bendbanên bi destan
Çavkanî
biguhêreEv gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |