Teatreya Jiyana Nû, Teatra Jiyana Nû, anku Şanoya Jiyana Nû, komeke şanoyê ya kurd e, ku ji 1992'an ve di bin serbana NÇM ya Stembolê de karê xwe dike.

Piştî sazkirina NÇM'ê, pêwistiya komên hunerî yen cûr be cûr hatî dîtin. Ji wan koman komek jî, koma şanoyê bû. Koma şanoyê ji karkeran, xwendekaran û bêkaran pêk hatibû. Koma Şanoyê cara yekem di bin rêvebiriya Mamoste Cemil de dest bi xebatên xwe yên şanoyê kir. Heyanî sala 1992'an, koma şanoyê xebatên xwe li ser navê Koma Teatra NÇM’ê didomand. Koma Şanoyê, di vê demê de bi navê Mişko fablek derxist ser textê şanoyê û pêşkeşî temaşevanên xwe kir. Piştî vê fablê çend kes ji ber hin sedeman ji komê veqetiyan. Yên mayî, bi nû ve xwe bi rê kirin û dibistana şanoyê vekirin.

Endamên Teatreya Jiyana Nû biguhêre

Endamên şanoyê Husên Kaytan, Kemal Orgun, Kazım Öz, Nihat Öz, Murat Batgi, Şevîn Civaknas, Rojê Civaknas, Yıldız Gültekin û Fatma Arslan him mamosteyên, him jî xwendekarê vê dibistanê bûn[çavkanî hewce ye].

Şanogerên vê dibistanê, bi piranî li ser teoriya şanoyê lêhûr bûn û di demeke kin de pêşketine mezin çi bû ji bo şanoyê. Bi coşa vê pêşketinê, di pûşpera 1992’an de bi sê kurtelîstikan derketin tûrneya Behra Spî. Çar şanoger Husên Kaytan, Kemal Orgun, Kazım Öz û Nihat Öz derketibûn turneyê. Rawestgeha turneyê ya yekem Edene bû. Li tûrneyê, li bajarê Edeneyê, berî ku derkevin ser dikê, li kulîsê li hev civiyan û biryarek girtin û gotin:

"Êdî em navê şanoya xwe lê kin."

Navê koma xwe lê danî û bi navê Teatra Jiyana Nû derketin pêşberî temaşevanan. Piştî vegera tûrneyê, bi navê Dibistana Teatreya Jiyana Nû dibistaneke şanoyê damezirand û bi profesyonelî ser şanoyê lêhûr bûn. Di vê dibistanê de him mamoste, him jî xwendevan bûn. Di alîkî de bi rêbaza Şanoya Ajîtprop di alîkî de jî ji bo afirandina şanoyeke netewî, Teatra Jiyana Nû ji pêvajoyê re bûn bersiv. Komê heyan niha 32 lîstikên kurt û dirêj pêşkeşî temaşevanên xwe kirine.

Di sala 2002’an de di bin serbana NÇM’e de bi navê Teatreya Amar komeke din hatê damezirandin. Teatreya Amar heyanî 2004’an, du lîstikên dirêj Çend Diyalog û Çol û Av û du kurtelîstik derxist û pêşkeşî temaşevanan kir. Paşê, Teatra Amar bi Teatra Jiyana Nû ve hat girêdankirin û wan aniha bi profesyonelî xebatên xwe yên şanoyê didomînin.

Lîstik biguhêre

Çavkanî biguhêre