Apolon
Apollo di ola yewnanî û Romayî ya klasîk û mîtolojiya Yewnanî û Roman de yek ji xwedawendên Olîmpiyayê ye. Xedawendê neteweyî ya Yewnan, Apollo wekî xwedawendê tîrvanî , muzîk û dans, rastî û pêşbinî, şîfa û nexweşiyan, tav û ronahî, helbestvanî û hêj bêtir tê nas kirin. Ew wek yek ji xwedawendên yewnan ên herî girîng û kompleks, ew kurê Zeus û Leto, û cêwiyê xwedaenda nêçîrê Artemis e . Wekî ku xwedayê herî bedew û îdeal a kouros (ephebe, an ciwaniya bê rî û werzişdar ) tê dîtin, Apollo wekî hemî xwedayên herî yewnanî tê hesibandin. Apollo di mîtolojiya Etrûskan de ku bi mîtolojiya Yewnan ve bandorkirî ye wekî Apulu tê zanîn.