Meşale Tolu
rojnamevana kurd
Meşale Tolu Çorlu(* 1984 li Ulmê , Almanya bi navê Meşale Tolu) rojnamevan û wergêreke kurd e. Di nîvê Gulana 2017’an de ji raya giştî re hat ragihandin ku di dawiya Nîsana 2017’an de di çarçoveya xebatên xwe yên çapemeniyê de bêyî ku rayedarên Elman bên agahdarkirin li Tirkiyeyê hatiye girtin. Çarenûsa wê û rojnamevanên din ên li Tirkiyeyê girtî ne, mijara ragihandin û xebatên dîplomatîk e. Dadgehkirina wê di 11ê Cotmeha 2017an de dest pê kir. Di 18'ê Kanûna 2017'an de bi şert û merc ji girtîgehê hat berdan. Di sala 2018an de Meşale Tolu û hevjînê wê Suat Çorlu karîbûn ji Tirkiyê derkevin Almanyayê. Di Çileya 2022’an de Tolu û mêrê wê ji aliyê dadgeha Stenbolê ve hatin berdan.