Alice Weidel

Guhartoya 18:53, 29 çiriya pêşîn 2021 ya ji aliyê Sayit25 (gotûbêj | beşdarî) (Rûpelek nû avabû) ve
(cudahî) ← Guhartoya kevintir | Guhartoya niha (cudahî) | Guhartoya nûtir → (cudahî)

Alice Elisabeth Weidel (* 6'ê Sibatê 1979 li Gütersloh),şêwirmend û siyasetmedarê partiya Alman (AfD) ye. Li gel Alexander Gauland, ew ji bo hilbijartinên federal yên 2017'an û bi Tino Chrupalla re ji bo hilbijartinên federal ên 2021'an bû berendamê herî mezin ya AfD'ê. Weidel di 30'ê Îlonê 2021'an ve di serokatiya dualî ligel Chrupalla, di 30'ê Mijdarê 2019'an ve cîgirê berdevka federal ya partiya xwe û di Sibata 2020'an ve jî berdevka komeleya eyaleta AfD'ê li Baden-Wurttemberg bûye.

Alice Weidel
Weidel di sala 2019'an de, di şeva hilbijartinê ya hilbijartinên eyaleta Saksonyayê ya 2019
Serokê Opozîsyonê
Niha wezîfedar e
Dest bi kar kir
24ê çiriya pêşîn a 2017an
SerokwezîrAngela Merkel
BerêSahra Wagenknecht
Dietmar Bartsch
PaşêPeter Felser
Leif-Erik Holm
Sebastian Münzenmaier
Beatrix von Storch
Serokê QamçiyêBernd Baumann
Serokê Alternatîfa ji bo Almanyayê ligel Bundestag
Niha wezîfedar e
Dest bi kar kir
26ê îlonê 2017
Berê'Helwest hate avakirin'
Jiyan
Jidayikbûn6ê sibata 1979an
Gütersloh
HevwelatîAlmanya
NeteweAlman
Partiya siyasîAlternatîfa ji bo Almanyayê
HevjînSarah Bossard
Zarok2
Cîwar
PerwerdeZanîngeha Bayreuthê
Malperalice-weidel.de
biguhêreBelge

Jiyan

Weidel li Harsewinkelê li navçeya Gütersloh ya Westfaliya Rojhilat mezin bûye û di sala 1998'an de ji dibistana CJD-Gymnasium li Versmold mezûn bû. Wê li Zanîngeha Bayreuthê li ser aborî û rêveberiya karsaziyê xwend û di sala 2004'an de wekî yek ji baştirînên salê mezûn bû. Di meha tîrmeha 2005'an heta pûşpera 2006'an ew wek analîst di beşa rêvebiriya hebûnê de li Goldman Sachsê ya bajarê Frankfurt am Main xebitî. Weidel paşê ji bo aborînasê ya tenduristiyê Peter Oberender li Fakulteya Hiqûq û Aboriyê ya Bayreuthê li ser paşeroja pergala teqawidiyê ya Çînê teza doktorayê nivîsî; Di sala 2011'an de wê doxtoriya xwe ya bi rûmet wergirt. Herwiha Pêşxistina xwendekarên jêhatî ya Weqfa Konrad Adenauerê bi barhildanî hate terfîkirin. Ji bo mayîna xwe ya lêkolînê li Çînê ji Xizmeta Veguheztina Akademîk a Alman û Wezareta Perwerdehiya Federal destûrek wergirt. Ji meha adarê 2011'an heta Gulana 2013'an Weidel di Allianz Global Investors Europe ya li Frankfurt am Main xebitî. Piştî demeke kurt li Heristo AG karsaziya xwe wekî şêwirmendê rêveberiyê dest pê kiribû. Di sala 2015'an de bi kurtî vê rola xwe de ji bo Rocket Internet û pargîdaniya veberhênanê ya Foodora xebitî.

Weşanên hilbijartî

  • Das Rentensystem der Volksrepublik China. Reformoptionen aus ordnungstheoretischer Sicht zur Erhöhung der Risikoresistenz (= Schriften zur Nationalökonomie. Band 60). Verlag P.C.O., Bayreuth 2011, ISBN 978-3-941678-25-5.


Girêdanên derve