Ogün Samast
Ogün Samast (jdb. 1990 li Trebzon), ji ber kuştina gerînendeyê giştî yê rojnameya Ermenî Agos, Hrant Dink hatiye girtin û darizandin.
Ogün Samast | |
---|---|
Jidayikbûn | 28 hezîran 1990 |
Hevwelatî | Tirkiye |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Tê payîn ku Samast dixwastibûye bireve Azerbaycan an komareke "Tirkî" li Asyayê, lê hatiye girtin. Pirraniya ronakbîrên lîberal û demokrat ên Tirkiyê di wê baweriyê de ne ku kuştina Dink ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye plankirin û Samast an kujende ye, yan jî hatiye bikaranîn, xapandin.
Malbata Samast li Trebzonê dijî û tê payîn ew endamê Alperen Ocakları ya girêdayî BBP (partî)ê ye ku ev partî xwedî nêrînên neteweperest e. Samast di tomarkirinên polîs de ji ber tewanbariya diziyê jî cihgirtiye.