Haci Karay (fermî: Hacı Karay) (jdb. 1950 li Gewer a Colemêrgê) siyasetmedar û karsazekî kurd bû. Ji aliyê hêzên dewleta tirk vê tê revandin û kujtin.

Haci Karay
Jidayikbûn1950 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin1994 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêMêrkujî
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Navê bavê wî Fehîm e. Li ser destpêkirina girevên birçibûnê yên li girtîgehan, kurd çalakiyan lidardixin. Karay jî, bo şermezarkirinê dikana xwe vedigire. Dewletê ji berê ve lîsteya welatparêz, karsaz û kesên civakhez û pêşeng çêdikir, van kesan bi sedema "alîkariya PKKê dikin" an "bêhişkerê difiroşin" dikujt. Navê Karay jî ketibû lîsteyan.

Di adara 1995ê de du xûşkên wî Gulcan û Gulsen Karay tevlî nava refên ARGKê dibin. Bi fermana girêgirên dewleta tirk, di 2ê hezîranê 1994ê de li Hotêla Yeşilyurt-Çınar a Stembolê, bi tevî Savaş Buldan û Adnan Yıldırım tê dîlgirtin.

Cenazeyên wan di 4ê hezîranê 1994ê, li nêzîkê gundê Yukarıkaraş a Boluyê (ne li Kurdistanê ye, li Tirkiyeyê ye) tên dîtin.