Savaş Buldan (jdb. 1964 li parêzegha Colemêrgê - m. 4ê hezîrana 1994an li axa parêzgeha Boluyê) karsaz, ronakbîrekî kurd bû. Ji aliyê hêzên veşarî yên dewleta Romê (Tirkiye) dîl tê girtin, bi êşkenceyê tê kujtin. Buldan bi tevî Adnan Yıldırım û Hacı Karay, ji ber hotêla bi navê Çınar Hotel a li Yeşilyurtê (li Stenbolê), di 2ê hezîrana 1994an de tên revandin. Du roj şûnde meytên wan li nêzîkê gundê Yukarıkaraş a Boluyê tên dîtin. Paşê dewletê jî îtîraf kir wan dane kujtin.

Savaş Buldan
Jidayikbûn1964 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin4 hezîran 1994 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Yığılca Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêMêrkujî
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jiyan biguhêre

Beriya derbeya 12ê îlonê (1980) li Colemêrg û seranser Botanê xebata şoreşgeriyê dikiriye. Piştre xwe dide karsaziyê, dibe yek ji karsazên navdar ên kurdan. Wê demê dewleta romiyan (tirk) lîsteyên karsazên kurd belav dike, wan dike hedefa hêzên veşarî. Serokwezîra wê demê Tansu Çiller dibêje "di destê me de lîsteya karsazên kurd ên alîkariyê didin PKKê heye". Bi fermana dewletê karsazên kurd yeko yeko tên kujtin.

Berê di Kapali Çarşi ya Stenbolê de ku wekî navenda zêrfiroşiyê tê zanîn, pirraniya dikanan ên kurd û suryaniyan bûn. Herwiha îhaleyên herî mezin ên şaredariya Stenbolê kurdan digirtin. Kapîtalîstên kurd du gelek waran de sermayeya xwe di wada navneteweyî de jî didan xebitandin. Ev yeka han dewleta tirk ditirsand ku kurd di aliyê aboriyê de bibin hêzekê. Biryar hat stendin ku samana, sermayeya kurd bê wêrankirin, karsazên kurd bên jiholêrakirin.