Ayhan Meretowar

Nivîskarê kurd

Ayhan Meretowar, mamoste û nivîskarekî kurd e ku di sala 1969an da li gundê Holê ya Hezoya Batmanê hatiye dinyayê.

Ayhan Meretowar
Jidayikbûn1969
Gundê Holê, Hezo Batman
Zimanê nivîsinêKurdî
NeteweKurd
Berhemên navdar
  • Hunera Axaftina Xweş û Nivîsandina Rind (2005)
  • Hesreta Hezkirinê (Şano, 2011)
biguhêreBelge

Xwendina xwe ya pêşîn, li gundê Kififê (Dogancikê) kiriye, li navçeya Qubînê (Bişêriyê), dibistana navîn xwendiye, li bajarê Sêrtê, lîse qedandiye. Di sala 1997an da li Zanîngeha Dicleyê ji beşê “Mamostetiya Ziman û Edebiyata Tirki" mezûn bûye. Di sala 2016an da, ji Zanîngeha Mêrdînê ya Artûklûyê destûrnameya Lîsansa Bilind a Ziman û Çanda kurdî girtiye[1].

Di gelek kovaran da meqaleyên wî hatine weşandin.

Xebat û berhemên wî biguhêre

  • Kovara Rojî Kurd, Kovara Cemîyeta Hêvî (1913), werger, Tîpguhêzî (Ayhan Meretowar, Cemîl Amedî, Weşanên Warê, 2002)
  • Hunera Axaftina Xweş û Nivîsandina Rind (Ayhan Meretowar, Weşanên Enstîtuya Amedê, 2005)
  • Xutbeya Şamê, Munazeratê, Mûcîzatê Ehmedîye, Mûcîzatê Qur'aniye, Mûcîzeya Şeqqa Qemerê, Risaleya Munacatê, Rîsaleya Remezan û Îqtîsadê Werger, Bedîuzzeman Seîdê Kurdî (Ayhan Meretowar, Weşanên Zehrayê, 2009)
  • Hesreta Hezkirinê (Şano), (Weşanên Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, Ayhan Yildiz, Pêşbazîya Berhemên Şanoyî, Xelata Mansîyonê, 2011)
  • Şev û Rojên Mubarek, (Ayhan Meretowar, Weşanên Nûbiharê, 2011)
  • Kelimeya Bist û Sisêyan, Risaleya Uxuwwetê, Rêbera Ciwanan, Rîsaleya Nexweşan, Werger, (Ayhan Meretowar, Weşanên Xizmetê, 2012)
  • Lemeat, Werger, Bediuzzeman Seîdê Kurdi, (Ayhan Meretowar, Aydin Unesi Weşanên Xizmetê, 2012)
  • Dersên Civakî, (Ayhan Meretowar, Mela Îbrahîm Xellê Amedî, Azîz Samûr, Weşanên Zehrayê, 2013)

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Ayhan Meretowar, Lorî, Weşanên Wardoz, Çapa ewil, 2017.