Wîkîpediya:Dîwan (tevlîhev): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 163:
# {{notr}} ji min ra ne xema, ku ez bêm asteng kirin an jî ne. wijdana min ya mirtah ku piştî 6 mehan ji bilî dem kûştin û mendîbûnê, hek kêmasî jî hebin. lê her dîsan kêm an zêde min kariya xizmetekê bikim. weke din jî serketinê ji bo hevalan dixwazim {[[Bikarhêner:Dilovan Gervan|Dilovan Gervan]] ([[Gotûbêja bikarhêner:Dilovan Gervan|gotûbêj]]) 20:59, 1 adar 2021 (UTC)}
# {{na}} Bi rastî ez jî difikirim ku Dilovan Gervan zêde haya xwe ji nivîsîna gotarên xwe tune ye û rexne û şirovekirina bikarînerên din seranser pişt guhê xwe ve dihavêje. Lê pirsgirêka serekî, bi dîtina min, bikarînana wî ya Wikipedia Werger e. Erê asta me ewqas nizim bûye û rewşa me ya zimanî ewqas xerab bûye ku em bê navgînên alîkar nekaribin gotarokê ji inglîzî, tirkî, farisî, erebî, elmanî (hwd) biqulipînin bo kurdî? Ez bi vê rewşê gelek berxweketî bûm. Ez naxwazim bîhna Dilovan Gervan ewqas teng bikim û ji bo wê jî ez dixwazim jê re pêşniyaz bikim: 1) Erê tu dişêyî hêdî hêdî bi şêweyekî rêkûpêk, bê bikarînana Wikipedia Werger, gotaran wergerînî bo kurdî? Babetên ku tu li ser divinîvîsî pir caran gelek balkêş in û ez bi vê bawerê me ku ev gotar bi peyvên te bixwe dişên gelek serkeftî bin. Gelek ji gotarên ku te bi harîkariya Wikipedia Werger nivîsandine hê jî bêserûpa ne. 2) Bikarînana behdînî bi pîtên latînî li Wîkîpediya kurdî ne qedexe ye. Bes standarda behdînî bi kar bîne. 3) Wîkîpediya kurdî ensîklopediyeke kolektîv e, yanê, gotarên te gotarên min in û yên min yên te jî ne. Heke tu karekî baş çêkî ew jî rûmeta min e. --[[Bikarhêner:MikaelF|MikaelF]] ([[Gotûbêja bikarhêner:MikaelF|gotûbêj]]) 16:34, 2 adar 2021 (UTC)
# {{na}} Di serî de divê ez bibêjim ku ez bi gotinên birêz MikaelF re me. Divê astengkirin riya herî dawî be. Loma ez li dijî astengkirina bi vî awayî me. Pêşniyazên min ji bo {{Ragihandin|Dilovan Gervan}} Ji kerema xwe bila hedefa te ne nivîsandina bi dehan gotaran a di rojekê de be. Bila gotarek be, lê bila bikalîte be. Me çend caran li ser vê mijarê gotûbêj kir. Ev ji bo hemû bikarhêneran xaleke girîng e. Ji kerema xwe dev ji vê pêşbirka nivîsandina gelek gotaran berdin, bila gotarên we kêm bin lê dema mirovekî xwend, bila karibe bibêje: mala van camêran ava, gotareke pir hêja nivîsîne. Herwiha em dikarin, di pêşerojê de şabloneke behdînî li gotaran zêde bikin. Ez ricayê ji we dikim ku hûn karibin bi hev re bixebitin. Em komeke biçûk in, loma divê em kesên dixwazin alîkariya Wîkiya me bikin, ji vê komê dûr nexin. Kêmasiyên her kesî hene, ya girîng ew e ku em amade bin wan kêmasiyan ji holê rabikin. Kekê Dilovan ez pêşniyaz dikim ku tu ji îro pê ve gotarên nû nenivîsî, lê li ser gotarên xwe yên heyî bixebitî. Tu dikarî naveroka wan bi pêş de bixî. Qewet be ji we re!—<small>[[Bikarhêner:Gomada|<span style="background:Yellow">'''''<span style="font-family:Verdana;color:red">Gom<span style="color:#006400">ada</span></span></span>''''']]<sup>[[Gotûbêja bikarhêner:Gomada|peyam]]</sup></small> 10:11, 3 adar 2021 (UTC)
 
==== Gotûbêj ====