Payiza dereng (pirtûk): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 41:
Bêguman e ku Ferda bi armanca siyasetkirinê hatiye Ewropayê lê piştî ew lihevnekirin û nezaniya siyasetvanên kurd dibîne, li siyasetê jî sar dibe û taliyê bi temamî dest jê berdide. Ew roj bi roj bi hesreta welatê xwe dijî lê dibîne ku ev firset her roj ji destî direve.
 
Hema bêje hemî kurd xerîbî û dûrwelatiyê zor û zehmet dibînin û nivîskarên me jî pirr li ser dinivîsin û bi taybetî jî helbestan pê vedihûnin. Lê belkî tenê Şahînê Bekirê Soreklî ne tê de, minmirovî nedîtiye ku nivîskarek din ya / yê kurd karîbe bi nimûneyên kit-kitî anku yek-yekî û detalî wek Firat Cewerî vê dijwariyê rabixe ber çavan.
 
Tevî gelek trajediyên tên serê Ferdayê reben jî, roman ne tenê xemgînî û bedbextî ye lê ew jî wek jiyanê carine çirîsk û tîrêjên hêvîdar dide. Tevî ku Ferda gelek car evîndar dibe jî, her evîna wî ji yên berî xwe cuda ye û bidawîhatina wan jî têvel û cihê ye loma xwendevan bi wan nakerrixe û zivêr nabe.
Rêz 49:
Piştî vegerra Ferdayî bo [[Kurdistan]]ê, em niha jiyana wir bi giştî û ya wî bi taybetî ji nameyên wî yên ji Ferîdî re fêr dibin. Bi kêmî be jî destpêkê, Ferda li Kurdistanê jî xwe xerîb dibîne û nagunce rewş û rabûn û rûniştina wir. Dewlet bi her awayî hovîtiya xwe didomîne lê çekdarên serhildêr jî bela xwe ji xelkê venakin.
 
Di ber nameyên Ferdayî re, Ferîd ji me re basa jiyana Ferdayî ya berî revîna ji Kurdistanê dike. Di xortaniya xwe de Ferda û hevalên wî Ferîd, Selîm û Reşît roj bi roj li çepgiriyê û sosyalîzmê dişarin anku germ dibin û ji ber hindê taliyê dikevin belayan û Ferda û Ferîd neçar dibin warê xwe bihêlin û bazbidin Ewropayê. Bi bûyerên di jiyana wan de diqewimin, nivîserê romanê gelek aliyên çepgiriya salên 1970yê, mentalîteya çepgiran û helwesta wan ya dijî niştimanperweriya kurdan xuya dike.
 
==Evîn di ''Payiza dereng'' de==