Karantînakirina Hubeiyê 2020: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine |
|||
Rêz 4:
[[File:People waiting in line to enter the Aeon Mall in Wuhan on 2020-04-12.jpg|thumb|Rewşa Wuhanê di 12ê nîsana 2020an de, piştî rabûna karantînayê: kesên ku li ber dikanên Aeon Mall ên Wuhanê di dorê de dimînin.]]
'''Karantînaya Hubeiyê''' di 23ê [[kanûna paşîn]] a 2020an de hikûmeta [[Çîn|Komara Gel a Çînê]] biryara karantînakirina xelkê [[bajar]]ê [[Wuhan]]ê û çend bajarên din ên [[parêzgeh]]a [[Hubei]]yê dide ji
[[Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê]] (WHO) vê tevgerê wekî "di dîroka tenduristiya giştî de bêhempa" bi nav kir. Hikûmeta Çînê di 23ê kanûna paşîn a 2020an de ji bo pêşîgirtina li belavbûna koronavîrusa Covid-19 ya ku di sala 2019an de derketibû holê, li bajêr dorgirtin/tecrîd pêk anî. Wekî din, firînên navneteweyî yên bo bajêr jî hatin betalkirin. [[Nexweşxane]] di [[hefte]]<nowiki/>yekê de li bajêr hatine çêkirin û [[aborî|aboriya]] bajêr hat sekinandin. Hikûmeta Çînê [[derman]] û maske belav kirin û piraniya welatan welatiyên xwe ji bajêr vekişandin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê asta xetereyê di herêmî de wekî "pir zêde" destnîşan kir. Piştî ku belavbûna Covid-19 di asta welat de zêde bû, gelek bajarên din ji bilî Wuhanê hatin karantînakirin û tîmên tenduristî ber bi herêmê ve hatin rêvekirin. Veguhestina giştî hate sekinandin.
|