Rojîn Zarg: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
'''Rojîn Zarg''' di sala 1973'an de li [[Licê]] gundê [[Fîsê]] hatiye dine{{Çavk}}, nivîskar û berhevkarê çîrok û [[edebiyata devkî]] ya kurdî ye.
 
Zarg û nivîskar [[Hîlmî Akyol]] bi hev re çend pirtûkên folklorîk amade kirine û di sala 2004'an de du ji wan derxistine: ''Cîrokên gelêrî'' <ref>Rojîn Zarg û Hîlmî Akyol (2004). [[Ji zargotina kurdî çîrokên gelêrî: Huso û Nazê (pirtûk)|Ji Zargotina Kurdî Çîrokên Gelêrî: Huso û Nazê]]. Weşanên Enstîtuya Zimanî Kurdî ya Amedê. ISBN 975-98532-1-3</ref> û ''Pêkenokên kurdî'' <ref>Rojîn Zarg û Hîlmî Akyol (2004). Ji Zargotina Kurdî Pêkenokên Kurdî. Weşanên Enstîtuya Zimanî Kurdî ya Amedê. ISBN 975-98532-1-3</ref>. Di sala 2011'an de bi navê ''[[Fîdo]]'' serpêhatiyeke amade kiriye û li [[Stockholm]]ê ji aliyê weşanxaneya [[APEC]]'ê ve hatiye çapkirin{{Çavk}}. Di sala 2014an de pirtûka wê ya bi navê ''Şewata Licê 1993'' çapa yekem li Amedê û ya duyem jî li Stockholmê ji aliyê weşanxaneya APECê ve hatiye çapkirin. Di heman salê de li Duhokê seteka çîrokên wê yên gelêrî hatine çepkirinçapkirin. Di sala 2018an de de pirtûka wê bi navê "Emrê Dirêj Bextê Reş" çapa yekem li Stockholmê û çapa duyem jî li Amedê hatiye çapkirin. Di heman salê de wê û Amed Tîgrîs bi navê Êzdîxan û 97 Ferman û Qewl û Duayên êzdiyan du pirtûk amade kirine û herdu pirtûk li Stockholmê ji aliyê weşanxaneya Apcê ve hatine çapkirin
 
Rojîn Zarg demekê di [[Enstîtuya Kurdî ya Amedê]] de kar kiriye{{Çavk}}. Di serdema [[HADEP]]'ê de di nav partiyê de kar kiriye. Di navbera salen 1998-2000'ê di birêvebiriya HADEP'ê ya [[Îzmir]]ê xebitiye. Di sala 1994'an de berpirs û xwediyê [[kovara W]] bûye. Di navbera salen 2006-2008'an de di rêveberiya [[Komeleya Mafên Mirovan]] a beşê Amedê de kar kiriye. Niha ew li [[Şaredariya Mezin a Amedê]] kar dike û di heman demê de li beşê [[Aborî|Aboriyê]] yê [[zaningeha Dicleyê]] dixwîne{{Çavk}}.