Kobanî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 73:
Kobanî ji çar navçeyan pêk dihêt: navçeya Kobaniyê bi xwe, [[Şêxên]] li rojava, [[Sirrîn]] li başûr û [[Çelebî]] li rojhilatê başûr. Şêxên bi xwe ne gundekî kurdan e. Ew li aliyê rojhilatê [[Çemê Firatê]] hema - hema gundê tenê ye ku gundekî ereban e. Li doraliyên Sirrînê û Çelebiyê çend gundên ereban jî hene. Bêhtir ji 321 gund li herêma Kobaniyê hene; [[Helinc]], [[Şêran]], [[Şeran]], [[Tilêjb]], [[Girê Xezalan]], [[Bozik]], [[Qilhedîd]], [[Qûmlix]], [[Minaz]], [[Mezrê]] û [[Sûsan]] hinek ji wan gundan in. Gundê Kaniya Murşid li rojhilatê Kobaniyê û gundên Kaniya Ereban û Mikteleyê li rojhilatê wê di salên dawîn de bûn beşên ji Kobaniyê.
 
== Bermayiyên Dîrokîdîrokî ==
 
Li hinekan ji gundên herêma Kobaniyê bermayiyên dîrokîyên kevnar hatine dîtin, lê bi piranî ji wan şûnan hatine rakirin û li kevnarxaneyên bajerên mezin, yek ji wan Heleb, hatine bi cîh kirin. Gelekên din hatine dizîn û wenda bûne. Li Şêranê, ji bo nimûne, dû pêkerên şêranên ji kevirê reş hebûn, lê ji wir hatin birîn û li Reqqayê hatin danîn. Li ser Girê Miştenûrê şikeftên dîrokî hebûn, lê hinek ji wan hilweşiyan yan tiji xwelî bûn. Li herêmê gelek zêwiyên ''pîroz'' berê hebûn, lê bi derbasbûna demê re neman. Zêwîya Xanmamed û Zêwîya Kurikê dû ji wan in.