Vaksîn: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine |
BKurteya guhartinê tine |
||
Rêz 4:
Di zimanê latînî de ji boy çêlekan navê ''vacca'' tê bikaranîn<ref name=" Microbiology">OpenStax, Microbiology, openstax, 2016 https://openstax.org/details/books/microbiology] </ref>, ji peyva ''vacca'', ''vaccinus''' çê bû ye. ''Vaccinus'' jî wekî "vaccine" (vaksîn) derbasî îngilîzî bû ye. Cara pêşîn ji çêlekên bi nexweşiya [[xurik]] ketiyê, ev kutanê bi dest xistine û ji boy laşê mirov bi xuriyê nekeve, wekî madeyek ji boy alîkariya dabînkirina bergiriyê bi kar anî ne<ref name="Campbell">Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4</ref>. Lê îro çavkaniya kutanê ne tenê ji çêlekên xurikî ye. Li gel perçeyên hokarên nexweşiyê ku li ser wî [[dijepeydaker]] heye, hokarên nexweşiyê yên mirî an jî yên hatine lawazkirî jî wekî kutan tê bikaranîn<ref name=" Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.</ref> <ref name="Campbell"/>. Hin cureyên kutan jî ji jehra hokarên nexweşiyê (bakterî) tê destxistin<ref name="Microbiology"/>. Ji boy nexweşiya hîna tûşî laş nebûye, lê di pêşerojê de egera tûşbûna wî heye, kutan tê bikaranîn. Anko bi vaksînlêdane (kutanê), laş bi awayêk kontrolkirî bi hokarên nexweşiyê ve rû bi rû dimîne. Ji ber ku hokarên nexweşiyên nav vaksînê lawaz in, bergiriya laş li dij van hokaran beravaniyê ava dike û bi hesanî van hokarên mirî an jî lawazkirî têkdişkîne. Di heman dema beravaniyê de hin xaneyên bîrker ên [[Xaneya B|xaneyên B]] û [[Xaneya T|xaneyên T]] jî tên dirûstkirin<ref name="OpenStax, Biology"> OpenStax Biology. 2013. [http://cnx.org/content/col11448/latest]</ref>. Bi kutankirinê, bersîvdana bergiriya yekem a laş çalak dibe. Xaneyên bîrker di nav laş de ji boy egera tûşbûna heman hokara nexweşiyê bo demek dûr û dirêj dijîn. Heke hokara nexweşiyê cara duyem tûşî laş bibe, vê gavê xaneyên bîrker li dij wî, di demek kurt de berevanî ava dikin. Ev beravanî wekî bersîvdana bergiriya duyem bi nav dibe. Anko, kutan li dij hokara nexweşiyê ya diyarkirî, bergiriya taybet peyda dike<ref name="Villee">Villee, Claude Alvin, et al.( 1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4 </ref> .
Hemû welatên dinyayê, li gor şîreta [[Rêxistina
== Çavkanî ==
|