Behaedîn Neqşbendî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

damezrênerê terîqeta neqişbendî
Content deleted Content added
KurdoChali (gotûbêj | beşdarî)
Rûpela nû: "′′′Mihemed Behaudînê Neqişbendî yê Buxarî′′′ (farsî: بهاءالدین محمد نقشبند) (14ê Meherem 718ê mişextî, 18ê Adar 1318, B..."
(Cudahî nîne)

Guhartoya 11:04, 27 sibat 2019

′′′Mihemed Behaudînê Neqişbendî yê Buxarî′′′ (farsî: بهاءالدین محمد نقشبند) (14ê Meherem 718ê mişextî, 18ê Adar 1318, Buxara-3ê Rebi el Ewwel 791ê mişextî, 2ê Adar 1389, Buxara) damzrînerê terîqeta Neqişbendî di sofîtîya Îslamî da ye. Ew mirîdekê Ebdilxaliqê Xecdewanî yê terîqeta Xwacekan bû.

Jiyan

Ew li roja Înê 14ê Meherma 718ê mişextî li gundê Qesrê Hindûyan ko paştir navê wê bû Qesrê Arifan, li nizîk bajarê Buxarayê li Xorasanê (niha parek ji axa Uzbekistanê) hat dinyayê. Babê wî ew spart destê Xwace Mehmedê Babasemasî ko yek ji mirîdên terîqeta Neqişbendî bû.

Ew roja duşem, 3ê Rebi el Ewwelê, sala 791ê mişextî li Buxarayê mir. Gora wî jî li wî bajarî ye.

Berhemên wî

  • Ewrad el Behaîye (اوراد البھائیە)
  • Ewrad el Sexîr (اوراد الصغیر)
  • Delîl el Aşiqîn (دلیل العاشقین)