Dîsakarîd: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine |
BKurteya guhartinê tine |
||
Rêz 1:
'''Dîsakkarîd''' ji du [[monosakkarîd]]ên hevgirtî pêk tê. Monosakkarîd bi dehîdrasyonê navbera hevdu de benda kovalend ava dikin û molekula dîsakkarîd(cotşekir) çê dibe. Benda kîmyayî ya navbera her du monomerên dîsakkarîdê wekî benda glîkozîdî bi nav dibe. Dema çêbûna dîsakkarîdê molekulek av ji reaksîyonê derdikeve.
<big>'''
Sê cureya dîsakkarîdên belavbûyî;
[[wêne:maltoz ku.png|350px|thumb|Maltoz ji du molekulên glukozê pêk tê]]
== Maltoz ==
Maltoz ji du molekulên glukozê pêk tê.
Di siruştê de dîsakkarîda herî kêm belavbûyî maltoz e. Di nav tovên zîl vedan de piçek maltoz heye. Hinek maltoz jî ji nîşayê çê dibe. Dema hîdrolîzê, [[nîşa]] bi carekî de naherise nav [[glukoz]]ê, pêşî, bi enzîma amîlazê ji nîşayê maltoz çê dibe, lê paşê ev maltoz jî tê herisandin û jê glukoz çê dibe.
Cehê zîldayî û cardin hatî hişkkirî wekî malt tê bi nav kirin. Malt gelek maltoz dihundirîne, loma maltoz wekî şekira maltê an jî şekira ceh jî bi nav dibe. Malt di çêkirin û meyandina bîrayê (cehav) de tê
== Sukroz ==
[[wêne:sukroz ku.png|350px|thumb|Sukroz ji glukoz û sukrozê pêk tê]]
Sukroz Ji molekulek glukoz û molekulek fruktozê pêk tê. Sukroz dîsakkarîda herî şîrîn e. Şekira çay sukroz e. Sukroz ji silqê û levenê şekir tên hilberandin. [[Riwek]] şekirên ku bi [[fotosentez]]ê çê dikin, diguherînin sukrozê û bi vî awayê ji boy enbarkirinê dişînin reh û qurmên xwe.
Bi hîdrolîza sukrozê glukoz û [[fruktoz]] pêk
Ji [[rûviya zirav]] a mirovan enzîma sukraz avzê dibe. Ev enzîm sukrozê hîdrolîz dike bi vî awayê
== Laktoz ==
[[wêne:laktoz ku.png|350px|thumb|Laktoztoz ji glukoz û galaktozê pêk tê]]
Laktoz ji molekulêk [[galaktoz]] û glukozê pêk tê. Şîr bi giraniya xwe ya %4 - %6an ji laktozê pêk tê. Loma laktoz wekî şekira şîrê tê bi nav kirin. Ji boy dehandina laktoz di rûviya zirav a dergûş û zarokan de enzîma [[laktaz]] tê avzê kirin. Ji ber ku vexwarina şîr kêm dibe, di laşê mirovên gihîştî de, avzêya laktazê jî roj bi roj kêm dibe an jî bi tevayî radiweste. Loma dema mirovên gihîştî şîr vedixwin, di be ku laktoz neyê herisandin.
Mirovên ku di rûviya wan da bi têra xwe laktaz çê nabe, wekî nexweşên bi bêtoleransiya laktozê bi nav dibin. Van kesan gava şîr vedixwin, laktoz di rûviya wan da nayê dehandin û dibe sedema vijik û gazên rûvî. Li hin herêman, mirovên gihîştî vexwarina şîrê her wekî dema zaroktiya xwe didominin. Avzêbûna laktaz jî di laşê van însanan da didome, loma nexweşiya bêtolerensiya laktozê li nav van însanan gelek kêm e.
|