Mafê çarenûsê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
B Çavkanî!
Rêz 1:
{{Bêçavkanî}}
 
Hemû gel dikarin pêşeroja xwe û statûya xwe ya siyasî, aborî, civakî û çandî bi îradeyeke azad tayîn bikin û divê hemû dewlet jî li himber vê îradeya azad rêzdar bin. Ev pênasiya mafê çarenûsê ye. Li gorî vê; mafê ti gelî tune ku îradeya xwe li ser gelekî din ferz bike. Hemû gel bi her awayî xwediyê heman mafî ne. Gel ku hebe ev maf jî dê hebe. Ev maf wekî nasnameya gelî bi gelî ve girêdayî ye. Înkarkirina vî mafî înkarkirina gel û pêşeroja gelî ye.. '''Ji bo her gelî doza mafê çarenûsê mafekî xwezayî û rewa ye. Hemû gel di biryardayîna çarenûsa xwe de xwedî heman maf in.'''
 
== Dîrok ==
Dîroka mafê çarenûsê digihêje [[şoreşa Fransî]]{{Çavk}}. Lê belê cara yekem bi nasîna modern di sala 1914an de ji alî serokê bolşevîk [[Vladimir Lenîn]] ve hatiye binavkirin. Dîsa cara yekem, pistî şerê cîhanê ê yekemin ev maf dikeve peymanên navneteweyî. Dawiya şerê cîhanê ê yekemîn serokê Emerîka Wîlson ji bo gelên bindest prensîban diyar dike û ji bo van prensîban dibêjin Prensîbên Wîlson. Di vê belgeyê de Wîlson ji bo gelan Mafê çarenûsê diparêza.
 
== Di peymanên navneteweyî de mafê çarenûsê ==
Neteweyên yekbûyî di peymana bi tarîxa 16/12/1952an, bi hejmara 637 mafê çarenûsê ji bo mafê mirovatiyê şerta yekem qebûl dike.
Herweha bi tarîxa 14/12/1960 û bi biryara 1514an di peyman û danezanka Neteweyên yekbûyî de tê gotin û hatiye qebûlkirin ku:
*Maddeya yekeminyekem: ‘’bindestiya gelan, zordarî û dagirkerîya hêzên biyanî inkarkirina mafên miroatiyê ye. Li dijî şertên Neteweyên yekbûyî ye û ji bo pêwendiya gelan û aştiya cîhanê jî astengî ye.’’
*Maddeya duyemînduyem :‘’hemû gel, xwedî mafê çarenûsê ne; li gorî vî mafî statûya xwe yê siyasî bi azadî û serbestî diyar dikin’’
*Maddeya sêyemînsêyem:’’ ji aliyê siyasî, aborî, civakî yan jî çandî ve ne-têr-amadebûn nikare bibe behaneya derengxistina xweseriyê.’’
Neteweyên yekbûyî di destpêka peymanê de mafê çarenûsê wek bingeh girtiye û ev maf wekî rihekî huqûqa gelan nîşan daye. Ji bo mirovatiyê mafê çarenûsê wek şertê yekem nîşan daye. Lê belê Neteweyên Yekbûyî jî, ji bo berjewendiyên dewletên mezin ava bûye gelek caran li himber mafê çarenûsê li gorî berjewendiyên xwe yan jî yên dewletên endamê xwe tevdigere. Yanî Neteweyên Yekbûyî ji huquqê bêtir li gorî siyasetê ava bûye. Herweha di maddeya yekemîn, duyemîn û sêyemîn de mafê çarenûsê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî tê misogerkirin, di vê peymanê de di bin navê yekîtiya axa dewletan de bi madeya çar, şeş û heftan de pêkanîna mafê çarenûsê û pêkanîna van madeyên yekemîn, duyemîn û sêyemîn ji holê radikin. Pirsgrêk û dirûtiya Neteweyên Yekbûyî jî di vir de eşkere dibe. Ku sînora dewleta mêtîngehkirî û dewleta dagirker bi hev ve bin Neteweyên Yekbûyî mafê çarenûsê ji bo gelên bindest an jî ji bo welatê bindest de rast nabîne. Ev nêrîn ne huqûqî ye lê siyasî ye. Di destpêka peymanê de ji bo ku gelên bindest an welatên bindest ji zulm û polîtîkayên kolonyalîst xalas bibin û ji bo aşitiya cihanê û azadiya mirovan mafê çarenûsê mafê hemû gelan qebûl dike. Gelên welatê somurge yê ku sînorên wan û welatê dagirker bi hev ve ne ji gelên welatê somurge yê ku sînorên wan û welatê dagir ker ne bi hev ve ne bêtir li himber zulmê, polîtîqayên dijwar dimînin. Ji ber ku dema ku sînor bi hev ve bin îmkan û teknîkên dewleta dagirker xurttir e û ji alî dem ve zûtir û polîkayekî sîstematîk tê cîh. Hege armanc xelaskirina rûmeta gelan û avakirina aşitiyê be divê ev rastî bê qebûl kirin. Lê belê Koma Milletan me di serî de jî gote ku helbet jî dewletan ve pêk tê û ev dewlet naxwazin mudahaleyî hukumrantiya hev bikin. Ne bi çavê dagirkertiyê Li meselê dinêrin, bê çavê pirsgrika dewletê ya hindirîn li meselê dinêrin. Ev sekna Koma Milletan û Payman bi 14/12/1960 dirok û bi 1514 hejmar de maddeya 4,6 û 7emin dîsa bi Peymana Mafên Medenî û Siyasî û bi Peymana Mafên Ekonomîk, Civakî û Çandî re li hev nayê. Di navbera Payman bi 14/12/1960 dirok û bi 1514 hejmar de maddeya 4,6 û 7emin û Peymana Mafên Medenî û Siyasî de maddeya yekemîn û Peymana Mafên Ekonomîk, Civakî û Çandî de maddeya yekemîn de nakokî he ye. Maddeyên yekemîn ya van her dû peymanan jî wek hev e, peyv û gotinên wan yek e. Ev peyman di maddeya xwe ya yekemîn de biryar daye ku:
Madde ya yekeminyekem: ‘’ hemû gel xwedî mafê tayinkirina pêşerojê xwe ye. Ji ber vê mafê bi şiklekî azad dikarin statuya xwe ya siyasî diyar bikin û pêşketina milên xwe ya ekonomîk, civakî û çandî bixwazin…..’’
Nîtekîm tê dîtin ku peyman û biryarên Koma Millettan li hev nakin û di navbera wan de newekhevî he ye. Ji ber van newekheviyan di pirsgrêka esas girtina biryaran de divê mero an li diroka qebûlkirina biryaran binêre û Biryara ku di demê nêz de derketibe divê bê esas girtin an jî kîjan biryar ji mafê gelên bindest re etkîn be divê ew esas bê girtin. Herweha armanc divê etkînkirina mafê çarenûsê be.