Cudahiya di navbera guhertoyên "Kelîmolah Tewehodî" de

3435 bayt lê hatin zêdekirin ,  berî 5 salan
kurteya guherandinê tune ye
(Çavkanî pêwîst e!)
 
Li sala 1940 li gundê [[Oxan]]ê dayîk bûye {{Çavk}}. Lîsans bi [[Miarifî îslamî]], li [[zankoya Mîşehid]] ya wergirtî. Gelek pirtûk û nivîsên wî hene {{Çavk}}.
 
= kelîmolah Tevehodî (kanîmal) =
 
 
Li [[Îran|Îranê]] bi taybet li [[Xorasan|Xorasanê]], dema ku navê kelîmolah Tevehodî (kanîmal) tê ser zimên, her kes zû
peyv û weşeyên kurd, kurmanc tîne bîra xwe
Ev bîranîna jî bê cîh nîne. Kanîmal kurdê kurmancê Xorasanê ye.
Piştî bi dawî anîna xwendina lîseyê, bûye endamê polîs, lê piştî demekê dev ji wî karî berda. Kanîmal biryar da ku nehêle ziman û çand, dîrok û rê û toreyên kurdên Xorasanê bi awayekî devkî bimîne û ji bîr biçe
Wekî em dizanin gelek tiştên li ser kurdan nehatin nivîsandin û mixabin îro jî haya kesî ji pê tunîne. Kanîmal li hember her asteng û pirsgirêkên aborî, ewleyî, rawesta û xizmet bo çanda ji xwe re kir armancek mezin. Ew bajar bi bajar, gund bi gund, him suwarî him jî peya gerîya. Tu caran newestîya. Bi îradeya xwe ya bêhempa kurdên Xorasanê da nasandin
Berî Kanîmal gelek kes li Xorasanê hebûn ku li ser kurdên wê deverê gelek tişt dizanîbûn û bi koç kirina xwe her tişt jî bi xwe re birin. Lê Kanîmal her tişt nivîsî û hîn jî dinivîsîne
Stephan Blamo, mamosteyê muzîkê li zanîngeha Newyorkê ku bi salan li ser [[Muzîk|muzîka]] kurdên Xorasanê kar kirîye. Dema ku tê Îranê yekrast diçe mala Kanîmal û destpêkê de dîyare mala wî maç dike û bi wî awayî dixwaze rêzdarî ya xwe ji bo xizmetên Kanîmal nîşan bide
Ew zêde dike: “Eger Neteweyên Yekbûyî sed kes jî bikira berpirsên karên ku te kirine, dîsan jî nikarîbûn anegorî te pêk bînin.” Kanîmal gelek pirtûk û nivîsar li ser kurdên Xorasanê weşandine an jî amade kirine ku bên weşandin
Wek mînak mirov dikare yên jêrîn bi nav bike
Koça dîrokî ya kurdan bo Xorasanê ( Farisî ye û ji heft cîldan pêk tê)
Esferayîn, [[Bajar|bajarê]] kurdan; doh û îro (bi farisî)
Dara Çildestan an Efsaneyên [[Kurdên Xorasanê|kurdên Xorasanê]] (bi kurdî)
*Stranên kurmancên Xorasanê
*Ferhenga kurdî ya kurmancî
*Rêzimana kurdî ya kurmancî
Gotinên pêşîyan yên kurdên Xorasanê û gelek pirtûk û nivîsarên din
Lê [[Pirtûk|pirtûka]] herî hêja ku di vê dawîyê de weşandîye, dîwana Cefer Qulî Zengêlî ye. [[Ceferqulî Zengêlî|Cefer Qulî]] [[Helbestvan|helbestvanê]] bi nav û dengê kurmac li Xorasanê bûye ku nêzîkî du sed sal berê jîyaye lê helbestên wî bi devkî û sîng bi sing yan li ser nusxeyên cuda gihîştine îro
Kanîmal ji bo cara yekem gund bi gund, bajar bi bajar gerîye, helbestên wî yên devkî û nivîskî kom kirine û li ruyê çil û çar nusxeyên li [[Gund|gundan]] da mayî, helbestên Cefer Qulî vejandine û wek dîwana Cefer Qulî di Weşanxaneya Vasî de çap kiriye
Kanîmal ev [[Helbest|helbest]] ji mirinê necat da. Divê bê gotin, helbestên Cefer Qulî eger ji yên Ehmedê Xanî ra wekhev jî nebin bêguman kêmtir nînin. Piştî çapbûna Dîwanê, şadîyeka bê hempa di nav kurdên Xorasanê da çêbû. Gelek kesan bi awayên cûr be cûr ji Kanîmal re sipasîyên xwe kirin
Wek mînak xwendevanek ji wî re wiha dinivîse: Pismamê kelîmolah, ew zehmet pir dikşîne, bo xelkê [[Kurmanc|kurmancan]], ew kitêban diweşîne, Zindî kiriye kurmancan, armanc bi dil nemîne, xiyal dikî ku ew Cefer Qulî ye ku bi bîr tîne
Kanîmal niha li bajarê Meşedê dijî û notila berê dîsan bê westîyan lêkolînên xwe didomîne
 
 
==Berhemên wî==
178

guherandin