Amed Tîgrîs: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
B Kategorî |
BKurteya guhartinê tine |
||
Rêz 1:
{{Tu wêne nîne}}
'''Amed Tîgrîs''' [[nivîskar]] û mamosteyê [[zimanê kurdî]] ye.
Amed Tîgrîs di sala [[1948]]'an de li [[Licê]] hatiye dinê. Ew ji taxa Qerehesen ji goma Xicîgan e. Tîgrîs li Licê dibistana sereta û li Erxaniyê jî dibistana mamostetiyê xwendiye. Piştî dibistana mamostetiyê, çend sal li gundên [[Cinezûr]] û [[Şêxana]] Licê mamostetî kiriye.
Licî, Amed Tîgrîs bi navê Mekî Xoce nas dikin. Tîgrîs di avakirina komela mamosteyan [[TÖB-DER]]'a Licê de cîh girtiye, demekê serokatî û nûnertiya wê kiriye. A. Tîgrîs di sala [[1980]]'î de derketiye derveyî welêt û li
Tîgrîs di [[Med-TV|Med]] û [[Medya TV]] de bi navên "Rojbaş mamoste", "Dibistana kurdî" û "Xwendegeha kurdî" bernameyên hînkirin û perwerdeyî amade kiriye. Ji derî mamostetî û nivîsîna pirtûkên dersê, xebatên wî yên li ser ziman, edebiyat û kulturê jî hene. Ji zimanê tirkî û swêdî çend berhem wergerandiye kurdî.
Di kovar û rojnameyên wek [[Berbang]], [[Armanc (kovar)|Armanc]], [[Hêviya Gel]], [[Kurdistan Press]], [[Avaşîn]], [[Welat]], [[Welatê me]], [[Azadiya Welat]], [[Hîwa]] û [[Bîrnebûnê]] de meqalên wî hatine weşandin û redaksiyonên hinekan de cîh kirtiye.
Amed Tîgrîs niha edîtorê malpera www.e-weje.com e.
|